Gefên Cemîl Bayîk û şehîd kirina Xazî Alîxan

Xazî Salih Alîxan - PKK - tîrorisit- şehîd - kurd - kurdistan

Li êvara roja pêncşemî, “Xazî Salih Alîxan” rêveberê asayîşa deriyê sînorî yê Serzêrê, di mala xwe ve li gundê Bîgdawida bi destê çekdarên nenas kirî hate şehîd kirin, gulleyek nîşanşikên dumahî bi jiyana “Bazê Malbata Alîxan” anî, her çend ku lêkolîn li ser vî kirê terorîstî ji bal saziyên emnî yên Başûrê Kurdistanê ve didome, lê ya rast hemû amaje û belge ji bo wê yekê diçin ku “çekdarên PKK ê” ev kare encam daye.

“Xazî Salih Alîxan” rêveberê asayîşa xala sînorî ya Serzêrê li navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de, li êvara roja pêncşemî 8/10/2020ê û li demê betlaniyê de ku li nava mala xwe bû li gundê Bîgdawida yê girêdayî nahiya Kanî Masê, ji aliyê çekdarên nenas kirî ve bi nîşanşikênê hate armanc kirin, li dema veguhastna Xazî Alîxan ji bo nexweşxaneyê bi egera giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da.

Di vî karê terorîstî de pêdvî ye hinek xal werin ruhin kirin, ew jî wek malbata “Şehîd Xazî” ji bo medyaya Başûrê Kurdistanê daxuyanî day, Xazî çi prisgirêk li gel ti aliyekê nebû, wan got ku çekdarên li deverê ewên ku her kes dizane kî ne, pêş niha gef li Xazî xwarine û çendîn caran teqe li mala wî kirîye.

Yek ji birayên “Şehîd Xazî” li ser tirba wî li dema bin ax kirinê de got: “wan çekdaran dixwest Xazî bikeve bin îradeya wan de, lê belê Xazî ev yek qebûl nekir û ji rêya kurdayetî û wilatparêziyê derneket, lewma jî wî canê xwe li pênavî vê armanca pîroz fîda kir”.

PKKê Xazî Salih Alîxan şehîd kir

Encûmena Parastin û Asayîşa Herêma Başûrê Kurdistanê, herweha Serok Wezîrê Başûrê Kurdistanê, her di zû de daxuyaniyên fermî li dor vê kiryara terorîstî belav kirin, di van peyamên sersaxiyê de, wan ji bo malbata “Şehîd Xazî Salih” dupat kir ku lêkolînê dest pê kirîye û bê guman kesên ku ev tawan encam day, dê gihin sizayê xwe yê ‘adîlane.

Ne tenê gotnên malbata “şehîd Xazî Salih Alîxan” weke belge dihên dîtin, belku devera ku “Xazî” jî lê hatîye şehîd kirin, ji ber ku tenê çekdarên PKKê lê hene û çi çekdarên din li wê deverê nîne weke belgeyek bê guman tê dîtin, herweha 80% ji gundên “Gelîkê û Bîgdawida” çekdarên PKKê têda hatin û çûnê dikin û PKK li wê derê bala deste.

Ji aliyek din, heya niha şûnwarên gulleyên ku pêş niha li ser dîwarên mala “Şehîd Xazî Salih Alîxan” mane, dema ku PKKê di berê de gef lê xwarin û teqe li mala wî krî.

Ev hemû ne tenê amaje ne, belku belgene ku “Xazî Salih Alîxan” bi destê çekdarên PKKê hatîye şehîd kirin.

Asayîşa Hewlêrê: PKK ê Xazî Alîxan teror kirîye û ev yek bê bersiv namîne

Paş derbasbûna dû rojan li ser bûyera teror kirina rêveberê asayîşa deriyê sînorî yê Serzêrê, îro roja şemiyê rêveberiya giştî ya asayîşa Hewlêrê di daxuyanyek nivîskî de eşkere kir ku Xazî Alîxan bi destê çekdarên PKK ê hatîye teror kirin.

Asayîşa Hewlêrê di daxuyaniya xwe de dest nîşan kir ku paş lêkolîna hûr li ser bûyera teror kirinê, hat tesbît kirin ku çekdarên PKK ê Xazî Salih Alîxan teror kiriye û tekez kir ku ev karê PKK ê wê bê bersiv nemîne.

Rêveberiya asayîşa Hewlêrê li dawiya daxuyaniya xwe de daxwaz ji gelê dilsozê Başûrê Kurdistanê kir ku li himber vî karê terorîstî bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin.

PKK e li ser tevlîhevkirina rastiyê berdewame

Sosyal medya ya sîber ya PKKê eşkera gotîye çekdarên PKKê rêveberê asayîşê kuştîye

Tiştê din yê ku tesbît dike PKK di bûyera terorkirina “Xazî Salih Alîxan” da bê guneh nîne, sosyal medya ya sîber a PKKê ye û herweha Qadir û şeydayên PKKê li Başûrê Kurdistanê ku hemûyan bizav kirîye bi “yek post û yek çavkanî ya zanyariyan”, rastîya mijarê bi guherin, bi gotinek din, hemû liv û tevgerên wan ji bo wê yekê ne ku rastiyê li ber çavên gelê kurd veşêrin û behaneyekê ji bo vî karê xwe yê qirêj bibînin.

Rûpelên sîber weha belav kirîye ku şehîd Xazî Salih cihê gerîlayên PKKê eşkera kirîne û dema ku wî GPS ji bo vê meremê di danan, çekdarên PKKê hedef kirîye, lê belê ya rast “Xazî Salih” di mala xwe de û li pêş çavên zarokên xwe hatîye teror kirin.

Ji bilî vê PKK baş dizane ku teknolojîya şer ya dewleta Tirkiyê di vê serdemê de ew qas pêşketîye ku balefirên wan yên diron dikarin pişîkê li erdî keşf bikin, evca ji bo wan balefiran trombêleka çekdarên PKKê têde karekê bi zehmet nabe.

Cemîl Bayîk pêş 4 mehan gef li qadroyên emnî yên başûr kirîye

Partîya Karkerên Kurdistanê, pêş destpêkirina êrîşa Tirkiyê ya ser başûrê kurdistanê li naverasta meha Xizîranê, amadekariyên êrîşa ser başûr dikirin, piştî destpêkirina êrîşê rêveberên PKKê ev yek bi eşkere ragihand û Cemîl Bayîk hevserokê koma civakên kurdistanê KCK ê, di hevdîtna xwe ya 20î Xizîranê de li gel Stêrk Tv, bi eşkere gef li endamên saziyên emnî yên Başûrê Kurdistanê kir û got ku êdî ewê bin armanca me.

Di daxuyaniya Cemîl Bayîk de hinek rehnidên serbend hebûn ku mirov pê dihesa ku li payîzê PKK wê êrîşê Hikumeta Herêma Kurdistanê bike, jiber ku Cemîl Bayîk di wê daxuyaniya xwe de ji bilî gefên kuştina kesên sivîl, gef li hemû dezgeh û qadroyên emnî yên herêmê kirin, bi eşkere got: “emê êrîşê bikîn”.

Pustên heman beş