Amerîkayê pêşwazî li Peymana Şengalê kir

Amerîka pêşwazî li peymana Şengalê kir

Wîlayetên Yekbûyî ên Amerîkayê li derbara peymana hikûmetên Başûrê Kurdistanê û Îraqê ragihand ku ev peyman destpêkeke başe ji bo çarser kirina melefa Şengalê.

Wezareta derve a Amerîkayê li derbarê peymana navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê da daxuyanyek weşandîye û têde diyar kirîye ku Amerîka pêşwazîya hewildanên hikûmeta Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê ên bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî ji bo çareser kirina pirsa Şengalê dike.

Dest nîşan kir, Amerîka bi hêvî ye ku ev peyman prisgirêkên siyasî û ewlehiyê ên dem dirêjên li Şengalê çareser bike û rê li ber vegera penaberan veke.

Wezareta derve a Amerîkayê ragihand ku, divêt berjewendiyên xelkê Şengalê û bi taybet qurbaniyên komkujyê di dilê her pilanekê de bin, da ku aştî û aramî vegerît.

Li eynîya rabûrî, hikûmetên herêma Kurdistanê û Îraqê peymana Şengalê îmza kir, li gor wê Şengal dê dûbare hête avedankirin, qaîmqamekê nû ji bo hête danan û çekdarên PKK ê û mîlîşyayên girêday wê dê bi temamî ji Şengalê û derdûra wê hêne derxistin û herwiha tev awareyên wê qezayê dê hêne vegerandin.

Pustên heman beş