Balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê, li şeva derbasbûyî careke din êrîşî çekdarên PKK ê li Başûrê Kurdistanê kir û liv û tevgerên Gerîlayan li gundekê sînorê parêzgehîya Dihokê hedef kirin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, li şeva derbasbûyî balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê, hereketên çekdarên PKK ê li Geliyê Bazê ê girêday navçeya Kanî Masê li devera berwarî bala hedef kirin.
Dest nîşan kir, li demjimêr 10:00 şeva derbasbûyî, balefiran yek mûşek li Geliyê Bazê ku dibe aqarê gundê Bazê dane.
Partîya Karkerên Kurdistanê, roj bo rojê hereketa çekdarên xwe nêzî gund û bajarokên Başûrê Kurdistanê dike, bi armanca wê yekê ev gund bibin meydana şer û ji şênîyan werin vala kirin, PKK e vê yekê bi awayekê sîstematîk dike ji bo ku behaneyekê bide destê Tirkiyê bordoman bike û dever bi tevahî bibe devereke leşkirî.