Tirkiyê “Milîtanê Apo” kuşt
“Egîd Civyan”, fermandarê beriz ê PKK ê li Bakurê Kurdistanê ket ber êrîşeke arteşa Tirkiyê û hat kuştin, Fermandarîya NPG ê bi daxuyanîyek fermî mirina wî ragihand.
Li gor agahiyên destê me, fermandarê PKK ê “Egîd Civyan” bi kod navê “Vahdetîn Karay”, li herêma Botanê a Bakurê Kurdistanê di êrîşeke arteşa Tirkiyê de li 11 meha rabûrî hatîye hedef kirin.
Li vê derbarê de fermandarîya bi navê biryargeha navendî a parastina gel NPG e, di daxuyanîyek nivîskî de can ji dest dana fermandarê xwe “Egîd Civyan” raghand û dest nîşan kir ku ew li meha rabûrî di êrîşeke arteşa Tirkiyê de li bakurê wilat li gel dû Gerîlayên din hatîye hedef kirin.
Nepegê eşkere kir, fermandar “‘egîd civyan” li dorbera wanê hatîye hedef kirin, Gerîlayêni ku li gel de bûn navê wan evin: “Tekîn Yiîdirim û Xelîl Kavos”.
Di beşekî daxuyanîya fermandarîya NPG ê de hatîye ku “Fermandar Egîd û hevrêyên wî bi ruha fedayî a Apo êrşî dijmin kirin û piştre di şerekî giran de ewan can ji dest da”.
Pirsa sereke li vir eve, gelo ew kîjan ruha fedayî a rêber Apo ye NPG e bas lê dike, ji ber ku wexta Apo hatîye desteser kirin û hêjan di balefirê de û berîya ku çi zextek li ser were kirin teslîm bû û bi efserên hêzên teybet got “ez ji bo xizmeta dewleta Tirkiyê amademe”, her wiha yekem gotina Apo li dadgehê ev bû: “Dayka min Tirke, rê bi min bidin xizmeta dewleta Tirkiyê bikem”, lewma heger fermandar “Egîd Cîvyan” bi ruha fedayî a Apo şer kirba, da teslîm be û li ber xwe nedida.
Tê zanîn Egîd Civyan xelkê Gevera navçeya Colemêrgê ye, li sala 1995an tevlî PKK ê bûye, erk û berpirsyariyên girîng ên leşkirî û perwerdeyî wergirtine, NPG ê ew bi “Mîlîtanê Apo” bi nav kirîye.