Zirtekî ya PKK ê li Şengalê ber bi nemanê diçe

Zirtekî ya PKK ê li Şengalê ber bi nemanê diçe

Li şengalê PKK ê alîgrên xwe li dijî Herêma Başûrê Kurdistanê dan meşandin

Piştî lihevhatina di navbera Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Bexdayê li ser Şengalê, PKK ê weke hercar di sosyal medya û çapemeniya xwe de, êrîşî ser Hikûmeta Başûr kir û nerazîbûna xwe li ser vê lihevhatinê ku ji bo asayî kirina rewşa şengalê hatîye encamdan, nîşan da.

Partîya Karkerên Kurdistanê, weke karê xwe yê hercar ku dijatî kirina her karekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ev car ew karê Hikûmeta Kurdistanê dike karek çend baş jî be û di berjewendîya gelê Kurdistanê de be jî, lê belê her PKK e dijatî yê dike, îro jî alîgrên xwe ku hejmara wan ji çend sed kesan pêtir nebû xistine nava cadeyên şengalê de û bi navê xwepêşandanên pêkhateyên Şengalê bi nav kir, lê tişta pir seyr eve ku daxwazên “Pêkhateyên Şengalê” weke ku PKK e dibêje, her hemî li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.

Ev yek diyar dike ku her ciyê ku PKKe lê bala dest be, her ciyekê ku PKKê hebûna xwe lê hebe, her ciyekê ku bêhna PKKê lê hebe, kurdayetî, nîştîmanperwerî, ala û navê Kurdistanê ku ji pîroziyên Kurdistaniyane dibin tiştek paşkeftî û kirêt û kes nikare bas li wan bke, li wî cihî her cur bas kirinek ji ala, xak, pêşmerge û hikûmeta herêmê dibe îxanet û paşverûyî.

Gelo ma qey îradeya gelê şengalê xwastek û syasetên şaş ên PKKê û djatîkirna hkûmeta başûrê kurdistanê ye?

Herçend ku PKKê xirvebûna alîgrên xwe weke girseya gel dide nasandin, lê belê bi tenê bi analîze kirina xwastek û lênêrîna pankartên di xirvebûna kesên ku li Şengalê xirvebûn pêk anîye, mirov dikare bizanibe evane bi tenê alîgrên PKKê ne û ti pêwendiya wan bi pêkhate û daxwazyên gelê Şengalê de nîne.

PKK ê dîsa weke her car bi slogan û bilind kirina pankarên bi zimanê biyanî li ser hatîye nivîsandin, dijatiya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da, dîsan îsbat kir ku karê wê bi tenê nehiştina desthilat û statoya Herêma Başûrê Kurdistanê û ne şirîn kirina wê ye li cem gelê navçeyê bi giştî û kurdên şengalê bi taybetî, ev yek jî bi rûhnî di wan nvîsînên li ser pankarên kesên xirvebûyî diyare dema li ser wan pankaran nvîsay: “em tu biryarên derveyî îradeya gelê şengalê qebûl nakîn” li virr pirsa serhildde eve, gelo ma qey îradeya gelê Şengalê xwastek û siyasetên şaş ên PKK ê û dijatî kirina Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye?! Qey îradeya alîgrên PKK ê temsîla îradeya hemû Şengalîyan dike?!.

PKK e vê gotinê bi zorî bi gelê şengalê dide gotin:

“Em Desthilatdariya Herêma Kurdistanê li ser Şengalê qebûl nakîn”

 Li ser hinek pankarên din merema sereke a PKKê bi zelalî diyar dibe dema li ser nivîsandî: “em desthilatdariya Herêma Kurdistanê li ser Şengalê qebûl nakîn”, gelo ev çi lojîke PKK ê ji alîgirên xwe re çêkrî ku bikarin daxwazek bi vî awa neşirîn bikin? Gelo çima PKKe û alîgrên wê bi desthilatdariya Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û ‘Îraqê razî dibin, lê belê bi desthilatdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî nabin?! Bi rastî ev pirseke ku pêwîste PKK e û alîgirên wê bersivê li ser bidin!

Zirtekî ya PKK ê li Şengalê ber bi nemanê diçe

PKKe tişta ku pêtir ji her tiştî bas dike pêvajoya “biratiya gelan e” lê heya niha PKKe nikariye biratîya di navbera kurdan de biparêze, heya niha nikariye kurdan weke bira qebûl bike, li her ciyê ku PKK e têdeye tiştê ku jêre dibêjin biratî û hevdu qebûl kirin hebûna xwe nîne, partîyek ku nikare biratîya digel hev nifşên xwe biparêze, partîya ku nikare ji bilî aydolojî û serok û partîya xwe kesek yan partîyek yan serokek din qebûl bike, wê çewa bikaribe biratîya di navbera gelan de pêk bîne?!! Ev yek diyar dike ku “biratiya gelan” ku PKK e piropagandayê jêre dike û weke stratejîya xwe niha kar li ser dike tiştek din nîne ji bilî kole kirina kurdan û bindestkirina wan a dubare.

Cînayetên PKK ê li Şengalê

Tê zanîn Partîya Karkerên Kurdistanê, paş rizgar kirina Şengalê ji bal pêşmergeyên başûrê wilat ve, ketine nava bajar û derdûra wê de, bi taybet paş bûyerên 16 Oktobera 2017an ku wan milê xwe xistîye pal Heşda Şebî û baregehên xwe li wir çêkirine.

Bi sedema hebûna PKKê li Şengalê, ev navçe bi berdewamî dikeve ber êrîşên dewleta Tirkiyê û zirara van êrîşan tenê bi sivîlên Şengalê dikeve, hemwext PKK e bi revandina bi sedan keç û ciwanên Êzdî yên Şengalê sûçbare.

Îdareya Şengalê li rojên rabûrî eşkere kir ku li vê dawyê jî PKKê nêzî 70 ciwanên Êzdî revandine û xistine nava zîndanên nihênî de, herweha bi sedema çekdarên PKKê û Heşda Şebî 80% ya awareyên Şengalê nevegerîne.

Ji bo bi dawî anîna van hemû kirîzan û asayî kirina rewşa şengalê, hikûmetên Başûrê Kurdistanê û Îraqê bi çavdêrîya Amerîkayê peymana şengalê çêkirin, evê peymanê zirtekî ya PKK ê li Şengalê xistîye di sekrata mirinê de û li gel bi cî kirina wê, desthilata PKK ê û mîlîşyayên wê bi tevahî li Şengalê û dorbera wê namîne û tune be.

Peymana dinavbera Hewlêr û Bexdayê da wehaye:

  • Mijara îdarî:

-Dê qaîmqamekê nû ji bo şengalê hête helbjartin.

-Piştî destnîşankirina qaîmqamekî nû, lijneya hevbeş dê were pêkînan, ji bo pêdaçûnê di pêgehên îdaryên din da.

  • Mijara ewlehiyê:

-Polîsên navxweyî û dezgehên asayîşa niştîmanî û hewalgîrî dê perpirsatiya parastina di nava qezayê da wergirin û hemû grûpên çekdarên din ji bo derveyî qezaya Şengalê werin derxistin.

-Bihêzkirina ewlehîya wê qezayê, bi rêya damezrandina 2500 kesan di nava hêzên ewlehiyê navxweyî ya Şengalê da.

-Bi dumahî înana hebûna Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê li Şengalê û li navçeyên derdora wê, herweha nabe rolê grûpên ser bi wê jî ve li wê herêmê hebin.

  • Mijara avedankirnê:

  • Lijneyek hevbeş ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevrêziya li gel îdareya xwecihî li parêzgeha Neynewayê ji bo dubare avedankirina Şengalê dê were pêkînan.

  • Ji bo şopandina xalên di tewera îdarî û ewlehiyê de hatine, lijneyek meydanî ya hevbeş ji aliyên peywendîdar yên her du aliyan dê were pêkînan, ji bo çavdêrîya bicîhanîa xalên lihevhatinê.

Pustên heman beş