PKK e rastîya Peymana Şengalê li ber çavê gel berze dike
Partîya Karkerên Kurdistanê PKK e, bi hemû awayekî gelê Şengalê di xapîne û ev hewlên wê ji dema îmze kirina Peymana Şengalê a înîya rabûrî, zêde xurt bûne.
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, li înîya rabûrî peymaneke herî girîng li derbara asayîkirina rewşa Şengalê li gel hikûmeta Îraqê îmze kir, ev peyman heger mifayek têde hebe, ew mfa tenê ji bo gelê Şengalê ye, ji ber ku girentîya vegerîna tev awareyên Şengalê û avedankirina bajar dike, hemwext wê melefa wê a ewlehiyê bikeve di destê gelê Şengalê bi xwe de, ji ber ku yek ji xalên herî girîng ên wê peymanê dibêje: 2500 kes ji şêniyên Şengalê wê li nav rêzên hêzên ewlehiyê werin damezrandin û wê erka parastina Şengalê û dorbera wê hilgirin.
Lê belê Partîya Karkerên Kurdistanê û komên mîlîşyayên girêday wê li Şengalê, ji dema îmze kirina peymanê, ketîye nava hewlên mezin de ji bo ku rastîya naveroka peymanê li ber çavên gel berze bike û peymanê wiha nîşan bide ku li dijî gelê Şengalê hatîye îmze kirin.
Duh roja yekşemî 11/10/2020an PKK ê alîgirên xwe li Şengalê kom kirin û xwepêşandanek rêxsit, PKK ê hinek sloganên gemar bi gelê Şengalê dane gotin û ji wan sloganan eşkere dibe ku hewlên PKK ê ên çêkirina pirsgirêkane û PKK e naxwaze Şengalê çol bike ji bo ku dubare were avedan kirin û gelê wê sodê bibîne, belku dixwaze Şengal her di wêraniyê de be.
Çekdarên PKK ê bi cilên medenî xwepêşandan kir
Tişta din a seyr ewe ku di vê xwepêşandanê de piranîya xelkê kombûyî her çende ku ji 500 kesan kêmtir bûn, lê belê piranîya wan endam û alîgirên PKK ê û endamên mîlîşyayên PKK ê ên li Şengalê bûn, bi gotineke din çekdarên PKK ê bi cilên medenî xwepêşandan kirin û daxuyanî xwendin.
Di wê xwepêşandanê de, hinek daxuyanî bi navê partî û aliyên Şengalê hatine xwendin, lê belê di rastî de, ev daxuyanî ên PKK ê bûn, weke daxuyaniyên bi navê “Partiyên Azadî û Demokrasî, Partîya Pêşverû, Tevgera Êzêdîyan ji bo çaksazî û pêşketin” ku ev hemû partî û tevger li jêr sîbera PKK ê ne û wê damerzandine.
PKK ê çalakvan telkîf kirine li dijî peymanê bixebitin
Her çend ku xwepêşandana PKK ê tu bandoreke xwe nebû û tenê rastîya rûyê PKK ê û pîlanên wê ên qirêj ji bo gelê Şengalê diyar dike, PKK e bi her awayekî ketîye nava hewlên xapandina gelê Şengalê de û heya hinek alîgirên xwe li sosiyal medyayê teklîf kirine ku rastîya peymana Şengalê ji gel re veşêrin, mînak di van postên çalakên PKK ê de li Şengalê êrîşên raste rast li ser herêma Başûrê Kurdistanê û Pêşmergeyên Başûr têde ne.
Ji bo revandina ciwanên Êzidî, Şengal ji bo PKK ê firsete
PKK e Şengalê weke firsetekê ji bo xwe dibîne, çunke ji ketina wê di nava Şengalê de, Şengal û dorbera wê bûye çavkanîya PKK ê ji bo revandina keç û ciwanên gelê Êzidî, ev çend jî me bi çavê xwe dît wexta ku li rojên rabûrî hinek dayk û bavên Êzidî bi tu awa behsa PKK ê dikin kanê ti b serê ciwanên Şengalê tîne û bi tu awa wan direvîne û berê wan dide qada şerekî ku ti peywendîya wan pêre nîne.