Balefirên cengê ên dewleta Tirkiyê îro gundekê Kiristyanan li sînorê parêzgehîya Dihokê hedef kir, zirarên mezin bi gund ketine, ev êrîş li demekê pêkhatîye wexta ku çekdarên PKK ê di nava gund de bûn.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 13/10/2020an, balefirên dewleta Tirkiyê hereketên PKK ê li gundê “Mêrkaciya” ê binara çiyayê Metînî bordoman kir, zirarên mezin gihandine gund.
Dest nîşan kir, balefiran li sa’et 1:00 paş nîvrojê, mûşek li bîra gundê “Mêrkaciya” dane û zirarên mezin pêre xistine, av ji gund qut bûye.
Gundê “Mêrkaciya” gundekî Kiristyanane û dikeve devera Berwarya li binara çiyayê Metînî, ev dema çend rojan bû çekdarên PKK ê li dorbera gund herket dikir, her wiha nuqteyeke xwe li jûra kontirolê a bîra gund bi cî kirbû, îro balefiran ew jûr ku dikeve kêleka bîrê hedef kir.
Her çende ku zirarên canî yên PKK ê nehatine zanîn, lê belê zirar bi bîra gund ketine û av li ser gund qut bûye.
Partîya Karkerên Kurdistanê, paş dest pê kirina êrîşa Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê, bi awayek sîstmatîk hereketa Gerîlayên xwe têxe nav gund û dorbera bajarokan, bi wê amancê ev gund bibin meydana şer û ji şênîyan werin vala kirin, şêniyên gundan pir ji vî karê PKK ê aczin û ew dixwazin çekdarên PKK ê dûrî gundên wan bin ji bo ku nekevin ber êrîşan.