Mala Êzdîyan piştî bûyerên 3/8/2020an ji bal hejmarek kesên tundrew yên Êzdîyan hatiye damezrandin ku pêwendiyên xurt digel serok ‘eşîr û fermandeyên leşkirî yên Êzdîyan weke Qasim Şeşo, Qasim Simêr, ‘Elî Serhan ‘Îsa û Naîf Caso de heye, armanca mala îzdîyan yekrêzî ya êzdîyane.
Mala Êzdîyan weke saziyeke serbixwe xwe dide nasandin û dûr ji siyasetê piştevaniya ola Êzdîyan dike, her weha bi hemû karîna xwe hewl dide Şengalê ji erdinîgarî ya kurdistanê qut bke û Êzdîyan weke ‘Îraqî bide nasandin, hewl dide Êzdîyan weke ol û netewa cuda ji kurdan bide nasandin, sedema vê yekê jî vedigerîne ji bo vê yekê ku dibêjin herêma kurdistanê li bin navê kurd bûna Êzdîyan mafê Êzdîyan bin pê dike.
Se’don Qolo ‘Ebdu Slêman ê berniyas bi Se’don Zero Êzdîyeke li texa Feqîr û malbata Zero, xelkê gundê Izêre ser bi bajarokê Girizêr, akinciyê Serdeşta çiyayê Şengalê ye, endamekî mala Êzdîyan e li Serdeştê, her weha bavê wî serokê mala Êzdîyan e li Serdeştê.
Mala Êzdîyan bi giştî û Se’don bi taybetî bi awayekî eşkere daxuyaniyan li dijî siyasetên PKK ê li Şengalê didin, bi taybetî piştî ku PKK e rabûy bi lêdana tonelan li çîyayê Şengalê û rakêşana ‘Erebên derdora Şengalê û revandina nêzî 25 ciwanên Êzdî û şandina wan ji bo cihên nediyar, ew bi awayekî eşkere û bi tundî li dijî hebûna PKK ê di medya û sosyal medyayê de daxuyaniyan li dijî PKK ê dide, û bi tundî li dijî hebûna PKK ê li wan navçeyan de disekine, heya niha mala Êzdîyan du caran li dijî hebûna PKK ê û serederîkirina wan di gel gelê Êzdî ê Şengalê leyîztin bi dîrok û erdnîgariya Şengalê li Serdeşt a çiyayê Şengalê xwepêşandnan encam dayîne.
Paş van helwestên mala Êzdîyan, PKK ê bi berdewamî tekoşîn kirîye ku mala Êzdîyan razî bike û bera xwepêşandana yekê li 26/7/2020an, Şimo ‘Evdu yek ji berpirsên asayîşa Êzdîxan ya PKK ê li Şengalê seredana mala Êzdîyan kirbû û pêşniyar ji wan re kirbû ger dest ji dijatî kirin û karkirin û çalakiyên li dijî PKK ê hilgrin PKK e amadeye “200,000” du sed hezar dolaran bide mala Êzdîyan, lê belê endamên mala Êzdîyan ev pêşniyara PKK ê bi tundî red kiriye.
Ji ber vê yekê PKK e ji çalakiyên mala Êzdîyan pirr acize, jiberku wêrekî li cem gelê şengalê dirust kiriye ku bi awayek eşkere û bê tirs di sosyal medyayê de bas li pêşêlkariyên PKK ê li navçeyê bikin, jiber vê yekê jî PKK e bi awayekî ne rasterast bi rêya telefon û înternêtê gefan li endamên mala Êzdîyan dike û bi kirêgiritîyên Tirkiyê û Partîya Demokrata Kurdistanê “PDK” sûçbar dike.