PKK e bi ti awa dixwaze lihevhatina Bexda Digel Hewlêrê jinav bibe?

PKK e bi ti awa dixwaze lihevhatina Bexda Digel Hewlêrê jinav bibe

Piştî rêkeftina dinavbera Hikûmeta Navendî ya ‘Îraqê û Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê sebaret Şengalê ku wê bibe sedema avedankirina Şengalê û vegerîna xelkê Şengalê ku niha di nava kampan de jiyan dikin, PKK e bi hemû hîza xwe dijatiya vê lihevhatinê dike û dixwaze ev lihevhatin weke îmza li ser hatye kirin neyê cîbicîkirin.

Di nûtirîn pêngav de qadroyên PKK ê yên ku bi esla xwe xelkê Sûriyê û Tirkiyê ne weke sereketirîn kesên dije vê lihevhatinê tevdigerin û xwe digihînin ‘Erebên Şofênî û grûpên Heşda Şebî ku ser bi Îranê ve ne û dixwazin bi vê çendê lihevhatina Bexdayê û Hewlêrê pûç bikin.

Lihevhatina Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê di gel Îraqê weke destpêşxeriyek xêrê ji bo gelê Şengalê tê hesab kirin, ji bo vegerîna wan bo ser cî û warên xwe, daku erdên wan neyên te’rîbkirin û erdnîgariya Şengalê bi derdê erdnîgariya ‘Efrîn û Girê Spî û Serê Kaniyê û Kerkûkê neçe, lê vê yekê PKK e pirr hêrs kiriye û dixwaze vê lihevhatinê jinav bibe û rê bi cîbicî kirina wê nede.

PKK ê ji bo vê yekê dest bi xebatê kiriye û pirr şepirze bûye, ew xwe digihînin ‘Erebên şofênî û grûpên Heşda Şebî yên nêzî xwe daku bi rêya wan alozîyan dirust bikin û rêgirîyê li cîbicî kirina lihevhatinê bikin, PKK e bi darê zorê û li jêr fişaran çendîn civîn digel ‘Erebên ser sînor encam dayîne û daxwazê ji wan kiriye çekan hilgirin û ger pêşmerge derbasî şengalê bû li dijî wan şer bikin, lê belê van ‘Eşîran ev xwasteka PKK ê bi tundî red kiriye.

Ji aliyekê din PKK e bi rêya wan serok ‘Eşîr û kesatiyên Êzdî ku niha weke dîl li Şengalê di destê xwe de hiştine ji bo heman mebestê araste dike û ji wan dixwaze ew herin Bexdayê û li cem grûpên nêzî Îranê li dijî vê lihevhatina dinavbera Hewlêr û Bexdayê nerazîbûna xwe diyar bikin.

Pustên heman beş