Partîya Karkerên Kurdistanê di 24 sa’etên rabûrî de, 8 Gerîlayên xwe li Bakur û Başûrê Kurdistanê ji dest dane û li Rojava welat 3 Şervan tên hedef kirin.
Balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê, duh roja sêşemî 13/10/2020an, gundê “Mêrkaciya” yê Kiristiyanan girêday navçeya Kanî Masê bordoman kirbû û bi wê sedemê dû çekdarên PKK ê ku nuqteyên xwe li nêzî bîra avê ya gund bi cî kirbûn, hatin kuştin.
Li Bakurê Kurdistanê û bi teybet li dorbera Bayezîda navçeya Agiriyê, arteşa Tirkiyê operasyon li dijî PKK ê pêkanîye û 8 Gerîla hedef kirine.
Hem wext çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê dest nîşan kir, di 24 demjimêrên rabûrî de, 3 Şervanên YPG ê ketine ber êrîşên arteşa Tirkiyê û komên çekdarên wê de.