Çima PKK ê “Rêvebrê îstixbarata Heftenînê” tesfîye kir?
Partîya Karkerên Kurdistanê ji destpêka damezrandina xwe heya niha, bi sedan qadroyên xwe yên wilatparêz û kesên wilatparêz yên dervey partîya xwe tesfîye kirine, “Bager Amed” rêveberê îstixbarata Heftenînê yek ji wane qadroyên wilatparêz yên PKKê ye ku PKKê bi sûça “sîxorîya ji bo dewleta Tirkiyê” tesfîye kirî, lê di rastî de ev behaneya PKKê bi tenê ji bo razîkirina gel bi karên xwe yên terorîstî ye ger na ti rastîyek ji bo vê yekê nîne, PKK e her kesekî wilatparêz û kurdperwer bi vê behaneyê tesfiye dike, kanî Yilmaz û Haronê Sermezin û Şoreşê Simbêl Zer û bi dehan qadroyên din ên PKK ê mînakên din yên bi vî rengîne ku PKKê bi vê behaneya bê binema ew teror kirîne.
Li gor hinek pêzanînan ku ji çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê bi dest ketîne, rêveberê îstixbarata PKKê yê devera Heftenînê li Başûrê Kurdistanê “Bager Amed”, PKK ê bi biryara Qendîlê tesfîye kir û piştre HPG ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku “Bager Amed” di çalakiyekê de li derdora Wanê a Bakurê Kurdistanê şehîd bûye.
“Bager Amed” ji ber ku bisporîyeke herî baş di warê leşkirî, îstixbaratê û çêkirina TNT yê de hebû, ew li sala 2017an li rêvebirîya îstixbarata Heftenînê erkdar bû.
Navbûrî ji malbatek kurd perwer bû, lewma ciyê wî di nava rêxistna PKKê de nema û wî baca wilatparêzîya malbata xwe da, ew bi destê partîya xwe ya ne netewî hat tesfîye kirin.
Li gor pêzanînên ku bi dest pêgeha Darka Mazî ketine, hêzên parastina gel HPG ê paş kuştina “Bager Amed”, di daxuyaniyek nivîskî de ku li 7 Oktobera sala 2017an parve kirbû ragihand ku hevalrêyê wan “Bager” di çalakiyekê de li dorbera Wanê li 23 îlona 2017an şehîd ketîye, lê belê ya rast PKKê ew bi sûça “sîxoriyê ji bo dewleta Tirkiyê” kuştiye.
PKK ê dîrokeke pir dirêj a tesfîye kirina wilatparêzan heye, grûpa Enqerê biryarên tesfîye kirinê dide, û bera encam dayîna van cînayetan, PKK e zemîne saziyê ji bo xweş dike û sûça hertim têxe pal kesên ku tesfîye dike, sîxoriya ji bo dewleta Tirkiyê ye.
Bager Amed navê wî yê dirust Mihemed Se’îd Yildiz e, navê dayika wî Zînet e û malbata wî ji Amedê ye, Bager xwe bi fîdaîyê Apo dida nas kirin.