Êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê bi sedema PKK ê dewam dikin û îro balefiran hereketa çekdarên PKK ê li gundekê sînorê parêzgehîya Dihokê hedef kir.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja çarşemî 14/10/2020an balefirên dewleta Tirkiyê êrîşî liv û tevgerên PKK ê li sînorê parêzgehîya Dihokê kir û nuqteyeka PKK ê li gundekê navçeya Çemankê hedef kirin.
Dest nîşan kir, ev êrîş li sa’et 2:10 paş nîvrojê pêkhatîye, wexta ku balefiran yek mûşek li devera Dericê ku dikeve pişta gundê Şkeftê ê navçeya Çemankê li devera Berê Gare.
Êrîşa îro hem wexta êrîşa duh roja sêşemî tê wexta ku balefiran li sa’et 7:00 şevê motorsikleka PKK ê li nêzî gundê Çemrebetkê ê navçeya Çemankê hedef kirî ku di encamê de dû çekdarên PKK ê têde kuştin.
Partîya Karkerên Kurdistanê êdî liv û tevgerên Gerîlayên xwe bi amanc têxe nava gund û dorbera bajarokan, ji bo ku ev dever û navçe bibin meydana şer û ji şênîyan werin vala kirin, PKK e û li gor qûnaxa dûyemîn ji nexşerêya xwe dixwaze leşkirê Tirkiyê zêdetir kêşî deverê bike û navçeyên Dihokê bibin navçeyên eskerî.