Tirkiya ragihand ku berpirsekî mezin ê PKK ê li Şengalê kuştiye

Tirkiya ragihand ku berpirsekî mezin ê PKK ê li Şengalê kuştiye

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand, tîma operasyonên dezgehê îstixbaratî ya nîştîmanî ya Tirkiyê “Mît”ê berpirsekî bilind ê PKK ê ku yek ji Fermandarên PKK ê li Şengalê bûye armanc kiriye û ew kuştiye.

Li gorey nûçeya hatye parvekirin, Fuad Zengîn bi kod navê “Serhat Pantos” ku berpirsekî blind ê PKK ê û yek ji Fermandarên HPG ê bûye li Şengalê, ev demek bû ji bal “Mît”ê ve çavdêrîya livînên wî dihat kirin û bi rêya tîmeke taybet di bîseyekê de li Şengalê ew kuştiye.

Vê ajansê her weha eşkere kir, ev berpirsê PKK ê yek ji wan kesan bûye ku serpiriştiya veguhastna çek û teqemeniyan û hinartina gerîlayan kiriye ji bo bakurê kurdistanê û Tirkiyê.

Ev di demekî de ye ku heya niha PKK ê ti daxuyanyek li ser kuştina vî fermandarê xwe belav nekiriye.

Fuad Zengîn li sala 1993an de tevlî rêxistnê bûye û berpirsyar bûye ji pêgehandina gerîlayan û hinartina wan ji bo bakurê kurdistanê û Tirkiyê û encamdana çalakiyên çekdarê li dijî dewleta Tirkiyê.

Pustên heman beş