Balefirên ceng PKKe li Biradostî hedef kir

Balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê îro devera Biradostî li Başûrê Kurdistanê hedef kir wexta ku liv û tevgerên çekdarên PKK ê li nêzî gundan hatine dîtin.

Li gor agahiyê destê me, îro roja pêncşemî 15/10/2020an, balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê hereketa çekdarên PKK ê li b dijwarî li devera Biradostî hedef kir, ciyê bordomanê nêzî cotkarên dever bû.

Êrîşên îro li sa’et 10:30 sibê pêkhatine û her yêk ji gundên Sinîn, Bêrkimyan li sînorê Sîdekan hatin bordoman kirin.

Tê zanîn dewleta Tirkiyê li 11 meha tebaxa îsalê heman navçe bordoman kirbû û bi wê sedemê dû fermandarên arteşa Îraqê canê xwe ji dest dan.

PKK e herku diçe pêtir hereketa Gerîlayên xwe têxe nava gund û dorbera bajarokan, ji bo ku ev navçe werin bordoman kirin û ji şênîyan werin vala kirin, PKK e dixwaze piranîya navçeyên Başûrê Kurdistanê bibin qada şer û navçeyên eskerî.

Pustên heman beş