Operasyoneke mezin li dijî PKK ê destpêkir

Operasyoneke mezin li dijî PKK ê destpêkir

Arteşa Tirkiyê îro dest avêt qûnaxa 13an ji operasyona bi navê Yildirim li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê li Bakurê wilat.

Li gor agahiyên destê me, îro roja pêncşemî 15/10/2020an, pêtir ji 5 hezar eskerên Tirk, candirme, polîs û hêzên ewlekariyê dest avêtin qûnaxa 13an ji operasyona Yildirim li dijî çekdarên PKK ê û YJA-Starê li her yêk ji parêzgehyên Şirnexê, Sêrtê, Wan û devera Hekariyê.

Li vê derbarê de, wezareta karên navxwe ya Tirkiyê eşkere kir, ev operasyon bi amanca rêgirtinê ye li çalakiyên rêxistina PKK ê yên berî hatina werzê zivistanê.

Tirkiyê berîya dû meha dest bi operasyona Yildirim li Bakurê Kurdistanê li dijî PKK ê kirîye, niha qûnaxa wê operasyonê ya 13an birêve diçe, li gor agahiyên ku arteşa Tirkiyê dane, di qûnaxên yek heya 12an de, herî kêm 70 çekdarên PKK ê hatine hedef kirin, li himber HPG e dibêje Gerîlayên me di wan êrîşan de bi dehan esker ceza kirine.

Pustên heman beş