Skip to content
Şêxê axir zeman!
Nûçe gihanê pêgeha Darka Mazî li Şingalê raporek pirr zanyarî li ser wî kesê ku dijatiya pêşmergeyan kirî û kofrî li dijî xwedayê mezin kirî ji me re şandiye, emê bi biştbestin bi rapora nûçegihanê xwe rastiyan berçav bikîn.
Nûçegihanê pêgeha Darka Mazî eşkere kir ku Şemo Xidêda Eqdo Hesen, kesekî derewîn û diz, sexteçî û daxwazkirî ye ji layê dadgehê ve bi sûça qaçaxçîtiyê û fêlkirin li gelê Şingalê, ev kes daku xwe biparêze kincên şêxan li xwe kirîne û carna di medyaya PKK ê de weke zilamek olî û şêxek mezin li Şingalê derdikeve.
Berdewam kir, jiberku Şemo kesek daxwazkiriye ji bal dadgehê ve her dema pêşmerge vegerin û qanun were cîbicî kirin ewê were dadgehkirin û darizandin ji ber vê yekê dijatiya vegerîna pêşmergeyan dike, ew baş dizane PKK ê hem naxwaze û hem jî nikare wî dadgeh bike jiberku her kesekî li dijî pêşmerge û yasayê be PKK e wî diparêze û weke kesekî mezin û girîng dide nasandin, bi tenê daku bikare li ser ekranên Tv yên xwe derxe û slogan û axaftinên bi dilê xwe bi wî bide gotin.
Nûçegihanê me her weha ragihand, gelê Şingalê bi başî Şemo nas dikin û bas dizanin seng û eqlê Şemo çiqase, lê jiberku PKK e wî diparêze nikarin bi awayek vekirî li ser biaxvin û rastiya wî eşkere bikin.
Ş. K. D ku yek ji şêniyên Şingalê ye ji nûçegihanê me re ragihand, Şemo li ser dema rejêma Besî ya jinavçûyî yek bûye ji bawerpêkirî yên îstixbarata sedamê dîktator û paş azadiya Şingalê yekem car bi kirêkarî ya ji bo Ereban debara jiyana xwe dikir, paşan weke bazirgan tevgerîya ye û bazirganî digel hinek şêxên Ereban encam daye, ew şêxên ku di dema êrîşa DAIŞ ê de li pêşiya çekdarên DAIŞ ê hatî û malên Êzdîyan nîşanî wan day û talan kirî.
Ş. K. Di her wiha eşkere kir ku di dema hatina DAIŞ ê ji bo Şingalê Şemo bi rêya şêxên Eşîreta Xatonî bazirganî digel DAIŞ ê dikir û çek û tirombêl ji bo rêxistina terorî ya DAIŞ ê dikirîn, li ser vê yekê paş azadkirina Şingalê ji layê pêşmergeyan ve, Şemo çendîn caran hatiye desteserkirin.
Yek din ji şêniyên Şingalê bi navê b. X. T ji nûçegihanê Darka Mazî re ragihand, li naverasta sala 2014an de birayê Şemo bi navê Naîf tevlî rêxistina DAIŞ ê bûye û heya niha weke çekdarekî DAIŞ ê li Sûriyê maye.
Navbûrî diyar kir, di dema karesata Şingalê de Şemo pez û malê Êzdîyan didizî, dema fermandeya Şingal hatî damezrandin li sala 2015an de li ser daxwaza “Feqîr Cirdo Eqdo” ku dibe mamê Şemo, û yek ji zelamên Olî yên Êzdîyane û PDK weke hemû zelamên Olî yên din rêzê lê digire, delîve ji wî re tê dan ku bikeve nava fermandeya şengalê de lê dest ji karên xwe yên qirêj berde, lê belê li sala 2018an de di nava refên pêşmergeyan de hatiye derxistin, jiberku Şemo bi kincên pêşmergeyan qaçaxçîtî dikir û li zalgehan sextekarî dikirin û kincên û çekên hevalên xwe didizîn, piştî navbûrî di nava refên pêşmergeyan li ser çiyayê Şingalê hatiye derkirin çûye di nava PKK ê de û demekî bûye asayîşa PKK ê li Şingalê, lê belê dîsan ji ber karên dûr ji exlaq û wergirtina rîşwê û karên qaçaxçîtiyê hatiye derkirin.
Nûçegihanê pêgeha Darka Mazî li dawiyê ragihand, Şemo niha weke kesek bê buha û dev berdayî ji bo dirustkirina fitneyan û dirustkirina kaosê li Şingalê li bal PKK ê ve tê bikaranîn, jiberku jîyê PKK ê û Şemo li Şingalê bi tenê bi kaosê û dirustkirina alozîyan wê hinekê li Şingalê dirêj bibe.