Heşda Şe’bî bêrêziyê bi pîroziyên Kurdistanê dike
Komên mîlîşyayên Heşda Şe’bî li Bexda a paytexta Îraqê, îro êrîşî ser baregehên Partîya Demokrat a Kurdistanê kir û şewitand, wan bêrêzî bi alaya Kurdistanê kir.
Îro roja şemî 17/10/2020an, komên mîlîşyayên Heşda Şe’bî li navenda bajarê Bexda a paytexta Îraqê, êrîşî ser bargehên girêday Partîya Demokrat a Kurdistanê kir ji wan baregeha liqa 5 a PDK ê û şewitandin.
Her çend ku hêzên ewlehiyê di amadebûn, lê belê wan tu karvedanek yan hewlek ji bo ragirtina wan êrîşan nekir, komên mîlîşyayan tevî ku baregehên PDK ê şewitandin, ala Kurdistanê jî bi çavsaxîya hêzên ewlehiyê şewitandin û bêrêzî pê kir.
Ev ne cara yekemîne komên mîlîşyayên girêday Heşda Şe’bî êrîşî ser pîroziyên Kurdistanê dikin, di êrîşa ser baregeha liqa PDK ê de, komên çekdaran ala Heşdê li ciyê ala Kurdistanê dana.
Êrîşa ser baregeha liqa PDK ê hemwexta daxuyanîyeke Hişyar Zêbarî, endamê polîtbîroya PDK ê tê ku li hesaba xwe a Twitter ê nivîsandibû: hinek ji komên mîlîşyayan bûne xeter li ser ewlehîya Îraqê.
Li meha rabûrî, komên mîlîşyayên Heşda Şe’bî û alîgrên wan çendîn caran êrîşî balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê kirbû û gef li nûnerên wilatan li Bexdayê xwarbûn, bi vê sedemî Amerîkayê biryara daxistina balyoxaneya xwe li Bexdayê daye.