Li gor amareke nû a zirarên canî yên PKK ê ku dewleta Tirkiyê parvekirîye, 13 Gerîla li Bakur û Başûrê Kurdistanê hatine hedef kirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, li herêma Kato Marînosê li sînorê parêzgeha Colemêrgê operasyona hêzên wan li dijî PKK ê bi piştgiriya hêzên esmanî berdewam dike û di encama operasyonê de 8 gerîlayên PKK ê hatine kuştin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, li ser hesabê xwe yê twitterê amaje bi kuştina 2 kesên ji aliyê PKK ê ve kiriye ku PKK e ew weke sîxor bi nav kiribûn, û ragihandiye ku bi komkirina agahiyên istixbaratî operasyon li deverê hatiye kirin û di encamê de 8 PKKyî hatine kuştin.
Hêzên Parastina Gel HPG ê li roja 13 Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihandibû, roja 8ê Cotmeha 2020an, li gundê Heştê yê ser bi bajarokê Çelê ve li parêzgeha Colemêrgê, Gerîlayên wan “du kesên bi navê Arif Selîm û Onur Sevînç bi cezayê mirinê ceza kirine”, ku ji bo berjewedniya dewleta Tirkiyê “sîxorî” kirine û bûne sedema kuştina 5 gerîlayan.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihandiye, ku roja Çarşemê operasyoneke esmanî li herêma Xakûrkê ya li nav sînorê Herêma Kurdistanê pêk anîne.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye, di operasyonê de 5 Gerîlayên PKK ê hatine kuştin.
PKK ê derbarê herdu operasyonên li Colemêrgê û Xakûrkê û îdiaya Tirkiyê ya derbarê kuştina 13 Gerîlayên wê partiyê de, hêj ti daxuyaniyek nedaye.