Endamê encûmen û berpirsiyarê devera Raperîn a Hawpeymanîya Nîştîmanî, dû roje paş derbasbûna wî di navçeya Qendîlê re ku sînorê PKK ê ye, winda bûye.
Bawer Mihemed kurê mezin yê “Mihemed Girtkî” berpirsê Hawpeymanîya Nîştîmanî li devera Raperîn, ji bo pêgeha Kurdistan24 daxuyanî daye û gotîye ku babê wî li demjimêr 9:00 sibê ya roja pêncşemî 15/10/2020an ji mala xwe li Raniye derketîye û li demjimêr 12:00 heman rojên mobîla wî hatîye daxistin û winda bûye.
Malbata vî berpirsê Hawpeymanîya Nîştîmanî li Raperîn, li heman rûja winda bûnê, hêzên ewlehiyê li Ranye haydar kirine, lê belê li gorî gotina kurê wî, hêjan tu agahî li derbara çarenivîsa wî nîne.
Mhemed Girtkî, li roja pêncşemîya rabûrî bi otombêla xwe ji mal derketîye, kurê wî dibêje: dawî ciyê ku bavê wî lê hatîye dîtin, xala Zorkan ya hêzên ewlehiyê ye û piştre di navçeya Qendîlê re derbas bûye û li wir winda buye.
Tê zanîn ew navçeya ku ev berpirsê devera raperîn yê hawpeymanîya nîştîmanî lê wunda bûy, bi sînorê destihlata partîya karkerên kurdistanê tê hesab krin.