Berpirsekê Partîya Karkerên Kurdistanê PKK ê ku di lîsta dewleta Tirkiyê deye, li Bakurê Kurdistanê di êrîşekê de hat kuştin.
Wezareta karên navxwe a Tirkiyê îro roja şemî 17/10/2020an di beyaneke nvîskî de eşkere kir, yek ji çekdarên PKK ê ku li roja pêncşemîya rabûrî li sînorê Şirnexê hatîye hedef kirin, Mehmet Nûrî Husîdure ku navê wî di lîsta turincî a dewleta Tirkiyê de ye.
Dest nîşan kir, Mehmet Nûrî berpirsê çekdarî yê PKK ê li navçeya Cudî bû û ew bi kod navê Êhsan Nûrî ye.
Tirkiyê li roja pêncşemîya rabûrî operasyona bi navê Yildirim-13 li dorbera Şirnexê belav kir û di wê operasyonê de Mehmet Nûrî hatîye hedef kirin.