Dewleta Tirkiyê pêtir ji 350 malperan li Bakurê Kurdistanê qedexe kirin, 68 jê malperên nûçeyan yên Kurdî ne.
Li gor agahiyên destê me,Rêveberiya Parêzgeha Amedê, 354 malper «Web Site» qedexe kirin, di nav de 68 malperên nûçeyan ên Kurdan jî hene, malperên Kurdan ên dije PKK ê jî li ser navê «PKK’yîbûnê» hatine qedexekirin.
Li Tirkiyeyê Dezgeha Ragihandinê ya Teknolojiyên Zanyariyê bi Serokkomariyê ve girêdayî ye, bêyî biryara mehkemeyê, malperan qedexe dike.
Parêzgeha Amedê daxûyaniyek da û diyar kir ku li gel Rêveberiya Sûcên Sîber a Cendermeyan a Bajarî 2 mehan lêkolîn kirine, di encama lêkolînan de 354 malper qedexe kirine.
Li gor daxûyaniyê malperên propagandaya PKK ê dikin û yên qûmarê didin kirin hatine qedexekirin, li belê gelek malperên nûçeyan ên Kurdan ku li dijî PKK’yê jî wekî PKK’yî nîşandane û qedexekirine.
Di daxûyaniya Parêzgariya Amedê de wiha hatiye nivîsandin: «Li gorî Qanûna Hejmar 5651 ya Rêziknameya Weşanên Li Ser Internetê û Têkoşîna i Dijî Sûcên Ku Bi Van Weşanan Hatî Kirîn, 286 malperên bêehlaqiyê û 68 malperên naverokên propagandaya ‘rêxistina terorî’ PKK/KCK / YGP / YPS belav dikin hatin destnîşankirin, Ji bo qedexekirinê agahiyên van 354 maperan ji bo Dezgeha Ragihandinê ya Teknolojiyên Zanyariyê hatin şand, Lewma hatine qedexekirin».