Gulleyeka RPG yê li otombêlan wan xist

Gulleyeka RPG yê li otombêlan wan xist

Encûmena Partîya Jiyana Azad ya Kurdistanê “PJAK”ê kuştina sê Gerîlayên xwe ragihand ku bi destê sipayê Pasdaran hatine hedef kirin.

Encûmena PJAK ê di beyaneke nivîskî de ku duh roja şemî 17/10/2020an belav kirîye eşkere kir, ku li navçeya mehabadê ya Rojhilata Kurdistanê, sipayê Pasdaran otombêleka Gerîlayên wan hedef kirîye, di encamê de, dû gerîlayan canê xwe ji dest daye û yek birîndar ketîye.

Dest nîşan kir, Gerîlayên ku hatine kuştin bi navê “Hadî Emînî” ji Bokanê ye û her wiha “Sîrwan Mehmûdî” ku xelkê Sineye, li gel kesekê din bi navê “Xidir Bayezîdî.”

Di daxuyanîya PJAK ê de hatîye: Hadî Emînî endamê mecilsa PJAK ê bû û otombêla wan ya ji curê Ceep li 15 sêptamberê li ser rêya gundê Konedê yê Mehabadê ketîye bîseyeka sipayê Pasdaran û bi gulleyeka “RPG” yê hatbûne hedef kirin.

Li vê derbarê de, Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan eşkere kir, sipayê Pasdaran cesedê wan radestî malbatên wan nekirine.

Pustên heman beş