Partîya Karkerên Kurdistanê, îro nasnameya 3 Gerîlayên xwe eşkere kir ku li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
HPG ê balê leşkirî yê PKK ê, îro roja yekşemî 18/10/2020an di beyaneke nivîskî de navê sê Gerîlayên xwe eşkere kir ku li dorbera Colemêrgê bi destê arteşa Tirkiyê hatine hedef kirin.
Dest nîşan kir, ev Gerîlayên wan li 9 îlona rabûrî canê xwe ji dest dane û navên wan evin: “Azad, Ronahî, Dilovan”.
HPG ê nav û wêneyên wan Gerîlayên xwe parvekirine ku hersê di temena sinêleyê dane, yek jê ji Rojava Kurdistanê ye.
Revandina zaro û sinêleyan çavkaniya sereke ya PKK ê ye ji bo çêkirina Şervanan, weke ew probagindayê dike ev zaro û sinêle bi kêfa dilê xwe tevlî refên Gerîlayan dibin, lê belê ya rast ev zaro û sinêle hêjan di temeneka hinde zû dene ku heya navê PKK ê û rêberê wê yê zîndan kirî nzanin bi awayekî dirust bibêjn.
PKK e weke her car û çend ciwanekê Kurd bi destê Tirkiyê dide kuştin, di beyaneke nivîskî de nav û ciyê şehadeta wan eşkere dike, lê belê ti caran temena Şervanên xwe eşkere nake ji bo ku sûça revandina zaroyan li ser wan tesbît nebe.