Pasdaran li bilindahiyên Çaldîranê kuşt

Pasdaran li bilindahiyên Çaldîranê kuşt

Sipayê Pasdarên rejîma Îranê îro teqe li Koleberkê Kurd yê Rojhilata Kurdistanê kir û canê xwe ji dest da.

Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan eşkere kir, îro roja yekşemî 18/10/2020an, hêzên çekdarên girêday sipayê Pasdarên Îranê, li sînorê bajarê Çaldîranê gulle berdan hejmareke Kolberan û yek ji wan canê xwe ji dest da.

Dest nîşan kir, supayê Pasdaran li bilindahiyên Çaldîranê teqe li Koleberan kir û Kolberê bi navê Emîn Şemis ku xelkê Çaldîranê ye canê xwe ji dest da.

Li gor rêxistina Hengawê ji destpêka îsal 2020an, bi dehan Koleberên Rojhilata Kurdistanê li sînorê li gel Başûrê Kurdistanê bi destê çekdarên supayê Pasdaran hatine hedef kirin.

Pustên heman beş