Cenga “Pirdê” dersa ku xaîn û dagîrker nikarin jibîr bikin
Di dîroka gelê Kurd de rojên pir serwerî hene, îro jî ku dibe 20 cotmehê yek ji wan rojane ku Pêşmergeyên Kurdistanê rumeteke pir mezin têde ji bo gel tomar kirîye, wexta ku difna dujmin û dagîrkeran şikandî û sînorek ji boy ziman dirêjîya xaînan danî.
Paş xiyaneta 16 oktoberê Pêşmergey dizanî dujmin nasekine
Paş xiyaneta 16ê Oktobera sala 2017an ku ji aliyê girûpeke xaîn di nav YNK ê de hat encam dayîn têde beşeke herî mezin a xaka Kurdistanê ji dest çû û mîlîşyayên Heşda Şe’bî û hêzên dagîrker ketin têde, niyaza sereke a vê xiyanetê bi zelalî derket holê.
Lihavhatina 16 Oktoberê ku xaînên navxwe li gel Îraqê û Îranê pêkanî bû, amanca wê ne tenê dagîrkirina dilê Kurdistanê bû, lê belê wan di xwest statoya Başûr bi tevahî were ji navbirin, lewma deriyên sînor hatin qepat kirin, embargoya siyasî û abûrî li ser Başûrê wilat hat danan, lê di van deman de Pêşmergeyên Kurdistanê amadekarî dikir, wan dizanî dujmin nasekine, wan dizanî xetereke mezin li ser nîştîmanê şêrîn heye.
Mes’ûd Barzanî li vê qûnaxê hêzên Pêşmerge ji bo parastina sînorên Başûrê Kurdistanê kom kirin, dagîrkeran di xwest ji Sihêla û Pirdê êrîşa 16 Oktoberê bidomînin, lê belê Pêşmergeyan berxwedaneke bê hempa kir, wan li Pirdê tankên Abramiz yên dagîrkeran teqandin, bi sedan mîlîşya û çekdarên wan kuştin û nehşit li Pirdê û sihêla bikevin di xaka Kurdistanê de.
Pêşmergey li Pirdê xeyala xaînan tune kir
Bi alîkarî û çavsaxîya girûpa “Kalfaman” Heşda Şe’bî li roja 20 cotmeha 2017an dixwest ji aliyê bajarokê Pirdê bi behaneya sepandina yasayê êrşî ser paytexta Başûrê wilat bikin û statoya Başûr bi temamî jinav bibin, lê belê Pêşmergehên Kurdistanê li vir dersek wiha bi xaîn û dujminan da ku ew bi tundî paşde birin û ev xeyala wan tune kir.
Cenga Pirdê bi gulle topekê ku sipayê pasdaran teqand dest pê kir, lê ev ceng bi têkişkandina tanka (Abramiz M1) a Amerîkî ku yeke ji bihêztirîn û pêşketî tirîn tankên serbazî yên cîhanî û kuştina bi sedan mîlîşya û teqandna bi dehan Hamer û Bacerên dagîrkeran bi dawî hat.
Li gur zanyariyên pêgeha Darka Mazî di vî şerî de hêzeke xaînan ku ser bi Lahor Şêx Cengî û hêzeke melbendê Yekîtya Niştîmanî alîkarîya dagîrkaran dikir û agahî li ser enyên Pêşmerge bi dujminan di da û ev yek bo sedema şehîdketina dehan Pêşmergehan di vî şerî de.
Li vir medyayên ser bi vê girûpa (Kalfam) û beşek ji medyayên ku li jêr navê medya azad şerekî taybet ê herî çepel li dijî Pêşmergehan dest pê kir û li aliyê dujmin romala şer dikirin, van medyaya hewl dida bi nûçeyên nerast alîkariya dagîrkaran bikin û morala Pêşmergehan tune bikin, carna digo ku (Quştepe hat dagîr kirin) carna digo (malbata Barzanî ber bi Tirkiyê reviyan) carna digo (Pêşmergeyên ser bi PDK ê bajarokê Pirdê bombebaran dikin) û carna (Pêşmergehên PDk ê bi rengeke pir dûr ji însanyetê reftarê digel bi dîlên Heşdê re dikin) ku ev hemû bi tenê ji bo alîkariya dujmin û bê moral kirina Pêşmergehan dihat gotin, ger wiha nebê erê çima li sengerên dujmin ev şerê taybet dimeşand?.
Pêşmergey cenga Pirdê weke rojeke pirî serwerî hilda refên dîrokê
Pêşmergehên Kurdistanê di cenga Pirdê de û di dema 8 saetan de 6 êrîşên dujmin têkişkandin û bi dehan cesedên çekdarên mîlîşyayên Heşda Şe’bî di meydana şer de man.
Di van deman de hêzeke Heşda Şe’bî û Sipayê Pasdaran û mîlîşyayên ser bi Hizbulla ku li Hîran û Nazenînan li benda têkşkandina eniyên Pêşmerge bûn li Pirdê, paş ku zanî ku ew enî nahên têkişkandin bi neçarî paşde kêşan û pîlana jinavbirna statoya Başûrê Kurdistanê ewa bi alîkarya (Kalfamên) di nava YNK ê de hatbû danîn rastî şkestinê hat, ev yek jî bi xuwîna çendîn Pêşmergehên Kurdistanê bû.
Hêjayê gutinê ye ku hêzeke Pêşmergehên Partiya Azadiya Kurdistanê bi serkirdatiya Hisên Yezdan Pena beşdarî vê dastanê kirin û roleke herî berçav di şer de hebû.
Cenga Pirdê ewa sipayê Pasdaran bi gulle topekê dest pê kirî, canfîdayên Kurdistanê bi sitrana «Ha Gula teme» bi dawî anî, wan şiko ji bo gel vegerand, derseke nîşa xaîn û dujminan da û Pirdê weke rojeka pirî serwerî, hilda refên dîrokê û bizava rizgarîxwazîya Kurdistanê.