“Dara Kato” berpirsê îstixbarata PKK ê ê çiyayê Metînî ket ber êrîşeka dewleta Tirkiyê û hate kuştin.
Wezareta bergirîya Tirkiyê di beyaneka nivîskî de ku evro roja sêşemê 20/10/2020an belav kirîye, eşkere kir, “Ehmed Bal” berpirsê îstixbarata PKK ê li çiyayê Metînî ku di boltena reng sor a dewletê de ye, di êrîşekê de hate kuştin.
Dest nîşan kir, Ehmed Bal ê bi kod navê Dara Kato di dema civînekê de li gel 4 çekdarên PKK ê hatîye hedef kirin û her hemû hatine kuştin.
Li gorî beyana wezareta bergiryê a Tirkiyê, Ehmed Bal li sala 2009an tevlî PKK ê bûye û heta sala 2015an li Bakurê Kurdistanê bû û erkên berpirsyariyê di nav Yekîneyên Parastina Sivîl de wergirtine, piştre li sala 2018an derbasî Rojava Kurdistanê bûye, li naverasta îsalê jî erkê berpirsiyarîya îsixbarata çiyayê Metînî wergirtine.
Partîya Karkerên Kurdistanê ti agahî li derbara ji kuştina berpirsê istixbarata çiyayê Metînî nedane û ev agahiyên dewleta Tirkiyê jî ne drewandine.