Li Amedê ya Bakurê Kurdistanê îro dadgeha bikujên Tahir Elçî birêveçû, 3 polîs û kesekê din tuhmetbarin, lê belê dadgehê biryar da, rûniştina bihêt ya dadgeh kirinê ji bo sala 2021an were paşxistin.
Îro Çarşemê 21ê Cotmeha 2020an doza serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî 10mîn dadgeha cezayên giran a Amedê birêve çû, Xanima Tahir Elçî, Turkan Elçî jî weke parêzer beşdarî yekemîn rûniştina dadgeha doza hevjînê xwe bû.
3 polîs û kesekî bi navê U.Y, ku di dema kuştina Tahir Elçî de gule berdane polîsan, weke tohmetbar hatine tomarkirin.
Tuhmetbarên ku nehatine girtin li dadgehê amade nabin û bi rêya sîstema deng û dîmen beşdar dibin û wê axeftina wan bê wergirtin.
Kolana ku Tahir Elçî lê hatibû kuştin, hejmareke mezin a polîsan lê bûn, Baroya Amedê dike, polîsên ku gule berdidan cihê gumanê ne û daxwaza wergirtina gotinên wan kiribûn, lê nehate qebûlkirin, û tenê gotina 15 polîsan weke şahid hate wergirtin.
Roja 28ê Mijdara 2015an, serokê wê demê yê Baroya Amedê Tahir Elçî bû armanca êrîşeke gumanbar, 5 sal di ser kuştina wî re derbas bûn, lê heta niha encamder nehatine girtin.