HPG ê nasnameya dû Gerîlayan eşkere kir ku ji bal eskerên Tirk ve hatine kuştin, weke her car hemû pêzanîn li derbara wan belav kirine, lê temena wan eşkere nekirîye ji bo ku cînayeta çekdar kirina zarokan li ser nehête tesbît kirin.
HPG ê îro roja çarşemî 21/10/2020an di beyaneka nivîskî de eşkere kir ku dû Gerîlayên wan bi navê Kemal Selîm û Osman Selcuq di êrîşeke Tirkiyê de li 2 îlona rabûrî li Silopiyê hatine kuştin.
HPG ê weke hercar dem û ciyê şehadeta wan danaye, lê belê tu amaje bi temena wan nekirîye, ji bo ku cînayeta revandin û bi kuştin dana sinêle û ciwanên Kurd li ser tesbît nebe.
Li aliyê din, HPG ê her îro di beyaneke din eşkere kir ku Gerîlayên wan li navçeya Çelê ya Colemêrgê li qereqûleka Tirkiyê xistîye û zirar gihandînê, lê belê hejmara eskerên ku hatine hedef kirin, nezelale.
Partîya Karkerên Kurdistanê ji destpêka damezrandina xwe pişt bestinê li ser revandina zaro û sinêleyên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê dike û ev yek dibe çavkanîya sereke ya PKK ê ji bo çêkirina şervanan, PKK e wan sinêleyan bi destê eskerên Tirk bi kuştin dide.