Balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê, gundekê din ê parêzgehîya Dihokê, bi sedema liv û tevgerên çekdarên PKK ê hedef kir û zirar pêre xistin, şênî ji vê taktîka wêranker a PKK ê pir aciz bûne.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, li şeva derbasbûyî balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê hereketa çekdarên PKK ê li sînorê navçeya Dêrelokê bordoman kir, wexta ku ev çekdar nêzî aqarê gundê Sigêra kevin bûn.
Dest nîşan kir, balefiran, li sa’et 12:00 şev 2 mûşek li nuqteyên çekdarên PKK ê li aqarê gundê Sigêra kevin, li devera Nêhlîya dane.
Her çend ku zirarên PKK ê nehatine zanîn, lê zirar bi aqarê gund ketine û tirs li cem xelkê navçeyê çêbûye.
Partîya Karkerên Kurdistanê, ji destpêka êrişa Tirkiyê a li ser Başûrê Kurdistanê ku li naverasta meha xizîrana îsalê bû, bi mebest hereketa çekdarên xwe têxe nava gund û nêzî bajarokan, PKK e ji vê taktîka xwe dixwaze ev gunde werin çûl kirin û bibin meydana şer, bi sedema vê siyaseta eşkera a PKK ê, dewleta Tirkiyê ji xizîrana îsalê ve, 28 nuqteyên xwe ên leşkirî li Başûrê Kurdistanê zêde kirine, bi teybet li gundên dorbera parêzgehîya Dihokê.