Berpirsekê Partîya Karkerên Kurdistanê, di êrîşeke dewleta Tirkiyê de li sînorê Xetayê hate kuştin ku di kategorîya reng şîn a dewletê de daxwaz kirî bû.
Wezareta navxwe a Tirkiyê îro roja pêncşemî 22/10/2020an di beyaneke nivîskî de eşkere kir, “Hisên Acar” berpirsê çalakiyên PKK ê li qada Dortyol ya parêzgeha Xetayê, di êrîşekê de hate kuştin.
Dest nîşan kir, Acar di êrîşekê de li 18/10/2020an hatbû encam dayîn li gel 3 çekdarên din yê PKK ê hatîye kuştin.
Hisên Acar bi kod navê “Dilşer” bera 23 salan tevlî PKK ê bûye, erka endametîya desteya birêveber ya karên meydanî yên rêxistina PKK ê li xetayê hebû, dewleta Tirkiyê ew xistbû di kategorîya reng şîn ya daxwazkirîyan de.
Hisên Acar li sala 1997an li Êzîna navçeya Xetayê 3 cendirme kuştbûn, herwiha li sala 2017an li dorbera qezaya Dortyol Irîfekê arteşa Tirkiyê hedef kirbû.