Wezareta kar û barên şehîd û enfalkirîyan a hikûmeta Başûrê Kurdistanê, amadekarîya dike ji bo ku gorên bi kom ên li Şengalê werin hildan.
Li gor agahiyên destê me, şandeke hikûmeta Başûrê welat bi alîkarîya şandeke hikûmeta federal a Bexdayê, serê heftîya pêş me wê dest bi hildana gorên bi kom ên qurbaniyên destê terora DAÎŞ’ê, li gundê Sorax ê sînorê Şengalê bke.
Tîma hikûmeta Başûr ku meşqa karên hildana gorên bi kom dîtîye, bi hemahengî li gel hikûmeta Bexdayê roja 24/10/2020an wê li gondê Sorax dest avên hildana gorek bi kom.
Bera niha bi 3 qûnaxan 17 gorên bi kom li gundê Koco hatine hildan, 236 rufat têde bûn hemû ji bo pizîşkîya dad ê a Bexdayê hatine hinartin û heya niha radestî malbatên wan nehatine kirin.