Rufatên 75 jinên Êzidî li Şengalê tên derxistin

Rufatên 75 jinên Êzidî li Şengalê tên derxistin

Karên hildana gorê bi kom yê li Şengalê îro dest pê kir, tê pêşbînî kirin, rufatên 75 keç û jinên Êzidî ji wê gorê werin derxistin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja şemî 24/10/2020an, gorê bi kom yê qurbaniyên destê terora DAÎŞ ê li gundê Soraxê yê Şengalê, îro ji bal tîmeke hevbeş a hikûmetên Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê hat dest pê kirin, tê pêşbînî kirin, rufatên 75 keç û jinên Êzidî jê werin derxistin.

Qurbaniyên di vê gorê de, ku li gundê Soraxê ye, di êrişa terorîstên DAÎŞ ê de ya sala 2014 an bi kom hatine qetil kirin, îro jî merasîma hildana vê gorê dest pê kirine û 40 kesên bispor dê bi vê erkê rabin.

Bera niha bi 3 qunaxan 17 gorên bi kom li gundê Koco hatine hildan, 236 rufat têda bûn hemû ji bo pizîşkîya dad a Bexdayê hatine hinartin û heya niha radestî malbatên wan nehatine kirin.

Pustên heman beş