PKK e û hewlên têkdana civaka Êzidî li Şingalê – 1

PKK e û hewlên têkdana civaka Êzidî li Şingalê – 1
  • Beşa yekê

Her tiştî li ser mejîkê kesê Êzidî dimeşînin

Gelê Êzidî, ji gelên resen yên kurdistanê ne, herçend ku bi dehan ferman bi serê wan hatine, lê belê wan qed dev ji netewe, ol û teqalîdên xwe bernedane, wan qurbaniyên herî mezin ji bo mana xwe dane, wan li himberî pitirî 70 fermanan li ber xwe da, li ber hewlên qirrkirinê rawestan, lê belê PKK e ji nû ve hatîye hewla têkdana vê civaka resn dide, dixwaze vê civakê temam bixe li jêr xizmeta rêxistina xwe, ola wan biguherîne, pêkhateya xêzanê nehêle, bi kurtî gelê Êzidî, xaka wan û samanê wan bike sotemeniya tevgera xwe ya ne netewî. 

Pêgeha “Darka Mazî” agahiyên ku bo cara yekê ye tên bihîstin li derbara hewlên PKK ê yên jinav birina civaka Êzidî bi dest xwe xistine, emê beşek jê di vê nivîsê de bas bikîn.

Paş fermana 2014an ya Şingalê heya paş rizgar kirinê, PKK e bi awayek sîstematîk ketîye di nava hewlên têkdana pêkhateya civakî ya gelê Êzidî de, dixwaze bi aydolojiya xwe her tiştî biguhere weke çand, ol û bawerdarî, jêyatîya netewe û kurdbûnê, bi kurtî li ser mejîkê wan her tiştî dike, dixwaze terzê jiyana vê civaka resen ji nû ve li gor aydolojîk û berjewendîya rêxistina xwe ava bike.

Pêgeha Darka Mazî wê di zincîreyeke nivîsan de, bas li civaka Êzidî û PKK ê ji van aliyan ve bike:

* PKK e civak û ola Êzidîyan

*Abûra Êzidîyan li gel PKK ê

*Rêxistinên Êzidîyan yên PKK ê

*Têkdana erdnîgariya navçeyên Êzidîyan

Paş rizgar kirina Şingalê ji bal pêşmergeyên başûrê wilat ve û dûrxistina terora DAIŞ ê, PKK e ya ku yek gulle di cenga rizgar kirina Şingalê de neteqandî, ket di nava bajarê Şingalê de, her zû baregehên xwe li wir bi cî kirin û dest bi meşandina siyaseta xwe kir.

Tu yek ji armancên PKK ê li Şingalê xizmeta Êzidîyan nakin

Ne zaro, ne jin, ne jî keç û ciwan û heya kabaniyên malê ji şûştina mejîkî rizgar nebûne

PKK ê pir armanc û mebest ji çûna nava Şingalê de hebûn, lê belê tu yek ji wan armancan ji bo xizmet kirina Êzidîyan nebûne, belku tenê xizmeta rêxistna PKK ê bûye, ji bûna selmandina vê axaftinê, emê hinek zelalîyan bixin ser hengavên PKK ê kanê vê rêxistnê ji sala 2014an ve li şengalê bi tu awa tev geriya ye û tekoşîna wê xizmet bi gelê Êzidî kirîye, yan jî gelê Êzidî ber bi tune bûnê ve birîye.

Di derbarê civaka Êzidî û pêkhateya şexis, malbat û civakê de, PKK ê di salên rabûrî de ketîye nava bizavên mezn de ji bo çandina aydolojiya rêxistina xwe di mejîkê Êzidîyan de, ne zaro, ne jin, ne keç û ciwan û heya kabaniyên malê ji pêvajoyên şuştina mejîkî rizgar nebûne.

Nûçegihanê pêgeha Darka Mazî derbasî Şingalê bû û agahî li derbara vê siyaseta PKK ê wergirtine.

PKK e jina Êzidî pal dide ku guhdariya zelamê xwe neke

Oldar û kesên ku bi nûçegihanê mere agahî dane, bas li sitema PKK ê ji her alî kirin û gotin ku PKK e jina Êzidî pal dide ku guhdariya zelamê xwe neke û jin wek kabaniya malê bi erkên xwe ne rabe.

PKK e hewl dide kabaniya malê li Şingalê wiha perwerde bike ku karê wê ne birêve birina xêzanê û malê ye, belku erkên wê beşdar kirine di civîn û semînarên PKK ê de û jêre dibêjin ku bila zelam erkên malê bike, ev yek jî her çend ku karekê bi şerim û neşaz ji bo civaka Êzidî tê hesab kirin, lê belê li heman demê bûye sedema veqetiyana hejmareke herî zor a malbatan.

Têzên Apo bi guhê jina Şingalê de bang dide

PKK e hewl dide bi têzên Apo yên li derbara jinê ku hemû ji aşopê nivîsandine, reftarê bi jin û kabaniya malê li Şingalê bike, ew têzên weke azadiya jinê, serbestbûna jinê, rola jinê, ku Ocalan hemû ji aşopê nivîsandine bi guhê jina Êzidî de dibêje, dixwaze jinê ji bo şorşa xwe ya ne netewî bikar bîne.

Jina Êzidî ya ku bûye sembola berxwedanê bi dirêjahiya dîrokê, PKK e dixwaze mejîkê wê ji nû ve bi têzên Lînînî-Markisî ava bke, PKK e tê û ji nû ve rêkên berxwedanê nîşanî wê dide.

Henekan bi ola Êzidîyan dikin

PKK e bi Êzidîyên Şingalê re dibêje: “Tawusê Melek tu feydê we nake”

Gelê Êzidî ji ezel gelekî bawerdare, ola wan yek ji kevintirîn olane di dîroka mirovatiyê de, bawer bi xwedayê gerdonî heye, bi dehan ferman li ser vê olê dîtine, lê belê wan qet dev ji ola xwe bernedane.

PKK ê nerîneka pir ‘ecêb li ser ola Êzidîyan heye, mînak dema ku Êzidîyek bibêje: “hêvîya xwedê” yan navê “tawusê melek” tîne ser ziman, PKK e tore dibe û bi war re dibêje: “xwedê tuneye, Tawusê melek jî tu feydê we nake”, hemwext jêre dibêje pêwendîya xwedê û Tawusê Melek bi karê me ve tuneye, hûn çend xwe li hêvîya Tawusê Melek ve bihêlin, wê her ferman bi ser serê we de bihên.

Di beşa bihêt de, emê agahiyên nebihîstî li derbara nerîn û reftara PKK ê bi rêxistinên Êzidîyan yên ser wê ve bas bikin, herwiha çima li cem PKK ê ‘Ereb pêtir ciyê baweryê ne û êzidî li cem wan di rêza diduyan de tên.

Li benda mebin

Pustên heman beş