Mîrza Altun: çûne nava xeta neteweyî de ji boy min şerefek herî mezine
Mîrza Altun qadroyê berz yê PKK ê ku niha ji wê rêxistinê veqetiya ye û gihîştîye rêzên Partîya Demokrata Kurdistanê KDP ê, dibêje: “çûna min di xeta neteweyî de, şeref û namûsa herî mezine”.
Mîrza Altun, li wilatê Almanya yê serdana baregeha lijna navçeya KDP ê li bajarê Dusseldorf kir û di civînekê de kar û erkên pêşerojê yên girêdayî tekoşîna ji bo netewê nîqaş kirin.
Paş vê civînê, Mîrza Altun li hesaba xwe ya Facebook ê wiha nivîsandiye: “bi tevlîbûna KDP ê min xwe gelek bextewer dît, ji bo min çûna di nava xeta netewî de û li pey rêbaza serokê nemir General Mela Mistefa Barzanî, xîret, şeref û namûsa herî mezine”.
Herweha dibêje: hêvîdarim em ji îro pêde, ji bo yek armanc bi hevre bin û ji bo vê armancê bijîn.
Tê zanîn, Mîrza Altun ji Bakurê Kurdistanê ye, dema 14 salan li gel PKK ê bû û niha gihiştîye rêzên Partîya Demokrata Kurdistanê li sînorê navçeya Dusseldorf.