Partîya Karkerên Kurdistanê “PKK ê” îro roja yekşemî 25/10/2020an li navçeya Nehlê a ser bi bajarê Akrê ve êrîşî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir ku îro roja yekşemî li saet 2:30 gerîlayên PKK ê teqe li hêza pêşmergeyên kurdistanê li gundê “Şehiyê” kirîye, û bi R.P.G û çekê Bîkeysî gulle berdane wan pêşmergeyên ku dixwest li wê derê nuqteyek serbazî ava bikin.
Herçend ku gerîlayan teqe li pêşmergeyan kir, û herçend hejmarek zêde ya pêşmergeyan li wê navçeyê bûn, lê belê pêşmergeyan bi t awa gulle neberdan wan û raguhand ew naxwazun gulleyan berdin gerîlayan û naxwazin teqeyê li birayên xwe bikin, jiberku şerê birakujî ji aliyê desthilatdarên Başûrê Kurdistanê ve hatiye heram kirin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kir, piştî şikestina PKK ê li Heftenînê û radestkirina wê navçeya stratejîk bo destê Tirkiyê, niha PKK e dixwaze baregehên xwe li nêzî bajarokê Dînartê dane, daku paşan bikare bi vê hêncet ê Tirkiyê kêşî wê navçeyê jî bike.