Asayîşa Kurdistanê çend pîlanên terorî û yên PKK ê jinavbirin

Asayîşa Kurdistanê çend pîlanên terorî û yên PKK ê jinavbirin

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, hejmarek êrişên têkderane li Herêma Kurdistanê hatin pûç kirin ku hinek ji wan ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ê ve hatine pilan kirin û xwestine kiryarên têkderane bikin û hin berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin armanc.

Di daxuyaniya Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê de hatiye, “Hin pilangerên van hewldanan têkiliyên wan bi kesên li derveyî Îraqê û niştecîhên welatên Ewropayê re hene û ji aliyê wan ve hatine rêvebirin. Ew kes û aliyên ku biryar bû bibin armancên wan êrîşên teroristî, hatine hişyar kirin û rêkarên pêwîst ji bo parastina diplomatkar, xwediyên kar ên biyanî yên li herêma Kurdistanê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de detayên sê dosyayan hatin eşkerekirin. Encûmena Asayişê jî bi riya Intirpolê daxwaza hevkariyê ji hevkarên navdewletî dike ku alîkarîya girtina wan kesên ku destê wan di van bûyeran de hene û li derveyî Herêma Kurdistanê bikin.

Dosiya Yekem:

Di vê dozê de 12 gumanbar hene, pêwendiya wan PKK ê re hene. Her wiha çend kesên din ên têkildar li çend welatan û Ewropa jî di nav de rûniştine. Wan pilan kirine êrîşî ser konsolxaneyekê li Hewlêrê bikin, dîplomatên li konsolxaneyê teror bikin û êrîşî kompanyayên wî welatî yên taybet li Herêmê bikin.

Hêzên Asayişê piştî ku bêtirî 4 mehan çavdêrîya wê grûpê kir, karîn wan gûmanbaran desteser bikin. Encûmenê Asayişê wiha got: “Dû ji wan gumanbaran welatiyên Sûriyê ne”.

Dosiya Dûyem:

Di vê dosyê de, 8 kes û hemû welatiyên Îraqî ne hatine girtin. Wan hewil dane parêzgarekî Herêma Kurdistanê teror bikin û gelek kiryarên tundûtûjiyê li Herêma Kurdistanê bi giştî û bi taybetî li Dihokê bikin. Ew gûmanbar dê di demeka nêz de li gor madeya 21 a yasaya 21 a sala 2003an bên ber dadgehê.

Dosiya Sêyem:

Piştî dûvçûn û operasyoneke berfireh a Dijehewalgîriyê bo heyama zêdetir ji salekê, polîsan karîn 7 kesan desteser bikin ku hemû welatîyên Îraqê ne. Ew beşek ji torekê in zanyariyên hewalgîrî û leşkerî derbarê sazî û berpirsên hikûmetê de kom dikin.

Li gor daxuyaniyê, vê torê pilana kuştina payebilindekî hewalgîriyê û dadwerekî danîne û zanyarî bi çend aliyan re ku PKK ê jî di nav de veguherîne.

Ev operasyonana nîşana wê didin ku xetereke berdewam li ser aştî û aramiya Herêma Kurdistanê heye, lê hêzên Asayişê bi awayekî çalak erkên xwe pêk tînin û bi ti awayî rê nadin ku rewşa ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê bê têkbirin.

Pustên heman beş