PKK e bi ‘Erebên li gel DAIŞ ê xwenîşandanên Şengalê dike

PKK e bi'Erebên li gel DAIŞ ê xwenîşandanên Şengalê dike

Ji destpêka rêkeftina Şengalê ya li nêvbera Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê da, PKK e ketîye nava hewlên mezn da ku ev lihevhatin rastî şikestinê were, dawî hewl rêxistina xwenîşandanekê bû bi rêya Ereb û Şêx Eşîrên dest li gel terora DAIŞ ê heyî.

Duh roja yekşemî 25/10/2020an, partîya karkerên kurdistanê bi sedan alîgrên xwe yên Erebên dest li gel terora DAIŞ ê heyî û civat û rêkxistinên li jêr sîbera wê li şengalê kom kirin û weke hercar siloganên li dijî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bilind kirin.

Di vê xwepêşandanê da, PKK ê hejmareke Ereb û Şêx Eşîrên Ereb ku berî niha li gel rêxistina DAIS ê bûn li devera Şengalê û ji dervey sînorî ji aliyê Sûriyê rakêşabûn meydana xwepêşandanê û PKK ê ew weke gelê Şengalê didan nas kirin.

PKK ê û alîgrên xwe divê xwepêşandanê da daxuyaniyek belav kir û têde êrîşî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir, xwest jî Şengal girêdayî dewleta Îraqê be.

Di daxuyaniyê de alîgrên PKK ê xwestîye heşda Şeibî li Şengalê bimîne û gotiye ku wan bergirî ji Şengalê kirîye û rizgar kirîye, wan çi amaje pêşmergeyên başûrê kurdistanê nekirîye ku her kes dizane tenê pêşmerge Şengal rizgar kirîye û ne PKK ê û ne Heşda Şeibî yek gulle di wî şerî de ne teqandiye.

Bi tenê bi lênêrînek biçûk li ser daxwaziyên xwepêşanderan wê mirov bikaribe bizane ev xwastek û xwepêşandere ji bal kê û ji bo çi mebest hatîne araste kirin, alîgirên PKK ê di daxuyaniya xwe de bi tenê dijatiya hebûna pêşmergeyan li Şengalê kir, wan xwest ku Heşda Şeibî ku ne ji aliyê olî û ne jî netewî tiştek wan bi Şengalê ve girê nade bimînin lê belê nexwest pêşmerge biçin Şengalê, herçend ev yek weke rojê eşkereye ku pêşmergeyan Şengal azad kiriye, ev daxwaziyên xwepêşanderan ku alîgirên PKK ê bûn bi xwe belgeyek bi hêze ku PKK e ye van xwepêşandana saz dike û xwastekên xwe yên hizbî li ser navê gelê Şengalê beyan dike.

PKK e li aliyekê di çapemeniya xwe de li ser navê gelê Şengalê xwastekên xwe yên hizbî weke daxwaziyên gelê Şengalê nîşan dide û ji aliyek din jî ti pirsgirêkek digel hatina leşkerên Îraqê nîne û bi tenê dijatiya hebûna pêşmergeyan dike û weha ji gel re dide nîşandan ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî berjewendiyên gelê Şengalê tev digere û hikûmeta Îraqê pir baştire ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gelê Êzidî û herêma Şengalê.

Ev yek di demekî de ye ku Qasim Şeşo fermandarê hêzên pêşmerge li çiyayê Şengalê pêş niha di daxuyaniyekê de ji bo raya giştî ragihandibû pêtrî 90% ji gelê Şengalê li ser wê bawerê ne ku lihevhatina dinavbera Hewlêrê û Bexdayê di berjewendiya şengalê û gelê wê de ye û dixwazin di demek nêz de ev lihevhatin were cîbicîkirin.

Pustên heman beş