Elî Ewnî: PKK bûye bela serê Herêma Kurdistanê

Elî Ewnî: PKK bûye bela serê Herêma Kurdistanê

Endamekî serkirdatiya PDKê dibêje, PKK bûye sebebê wêranbûna beşek ji Herêma Kurdistanê û dixwaze hejmûna dagîrkeran li ser Kurdistanê de bisepîne.

Endamê serkirdatiya PDKê, Elî Ewnî li ser xirabkariyên PKKê li Herêma Kurdistanê ji televîzyona K24 re gotiye, mixabin PKK di van şert û mercên hestiyar de bûye hêzeka metirsîdar di destê dagîrkeran de. Li her cihekî ku dagîrker bixwazin ziyanê li bizava rizgarîxwaza Kurdistanê bidin, PKK roleka negatîf dilîze. Mîna hespê Troda lê hatiye û dijmin radikişîne nav Kurdistanê. Rola PKKê ew e ku ti bizaveka nasiyonalîstî ya kurdî negehe armanca xwe. Ew li dijî Kurdistanê kar dikin û hevkariya dujminên Kurdistanê dikin.

Elî Ewnî her wiha gotiye, hêz û çeteyên tirkan, her cihekî ku bixwazin dagîr bikin, PKK behane dide wan û wan radikişîne nav kûrahiya xaka Hreêma Kurdistanê. Li Rojavayê Kurdistanê bûne sebeba wê yekê ku dinya bi guman li maf û heqxwaziya gelê kurd binêre. Li Rojhilatê Kurdistanê tevlî dezgehên îstixbaratê bûne û li dijî aliyên resen xebat dikin. Li Şingal û Mexmûrê bûne beşek ji Heşda Şeibî û mûçeyê xwe ji Heşda Şeibî werdigirin. Bûne çete û li her derî xirabkarî û aloziyan çêdikin. Dixebitin ji bona ku alîgirtî û dilsoziya gelê Kurdistanê bo hikûmet û bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê lawaz bikin. Ew, bizava koletî û ne rizgarîxwaziya Kurdistanê ne.

Wî endamê serkirdatiya PDKê her wiha ragihandiye, armanca PKKê ew e hejmûna dagîrkeran bi ser Kurdistanê de bisepîne. Ew karên ku PKK dike, bo veşartina şikestên xwe li Bakûrê Kurdistanê ye. Heta niha nekarîne bihustek xaka Kurdistanê rizgar bikin. Di hemû waran de şikest xwarine, ji ber wê jî dixwazin bi reftarên Donkîşotane xwe nîşan bidin.

Bi gotina wî serkirdeyê PDKê, cihê xebata PKKê ne Başûr e, belkû Bakûrê Kurdistanê ye. Ew bûne bela li ser serê xelkê, gundiyan û cotkarên Kurdistanê. Ew bûne sebeba wêranbûna beşek ji Herêma Kurdistanê û naxwazin Herêma Kurdistanê pêş bikeve.

Elî Ewnî di berdewamiya daxuyaniya xwe de gotiye, hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê ne rewa ye. Yan divê çekên xwe daynin û mîna koçberan li vir bijîn yan jî divê li vir nemînin.

Li ser daxuyaniya PKKê ya ku dibêje, wan rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav girtine jî, Elî Ewnî gotiye, kena mirov bi wan tiştan tê!

Pustên heman beş