PKK e û hewlên têkdana civaka Êzidî li Şingalê

PKK e û hewlên têkdana civaka Êzidî li Şingalê
  • Beşa duyemîn

PKK e li ser êş û azarên êzidîyan berjewendiyên hîzbî bi dest dixe

PKK e ku bûye derdek û ketîye cesedê gelê kurd, her tiştî ji bo berjewendîya rêxistina xwe dike, weke çawa di beşa yekemîn de ma bas li bandora xerab ya wê li ser civaka êzidî kir û kanê bi tu awa bêrêzî û henekan bi ola kurdên resen dike, di vê beşê de emê hinek agahiyên din li derbara reftara çekdarên doza biratîya gelan li gel gelê şengalê bikîn û kanê bi tu awa PKK î êzidî bi hinek siloganan xapandine û bi tu awa li ser mejîkê wan dişuxle.

Nûçegihanê pêgeha Darka Mazî karî derbasî Şingalê bIbe û agahî li derbara vê siyaseta PKK ê ji şêniyên Şingalê, oldar û kesatiyên navçeyê wergirtine.

Bawerîya PKK ê bi qadroyên êzidî tuneye

Ji dagîrkirina Şingalê li sala 2014an, PKK e derbasî dorbera bajêr bo, ev derbas bûne ne jiboy parastina keç, ciwan û dayikên êzidî bû, wan ev fermana ku bi ser gelê êzidî de hatî weke firsetekê ji bo rêxistina xwe didît, xwestin her di zû de ciyê xwe li şengalê bigirin, Şingal ji bo PKK ê xeta herî girîng û stratejîk e, te’lîmatên Qendîlê yên ji Îran û Tirkiye yê tên şandin ev ji PKK ê xwestibû.

Li jêr navê şerê terorê, parastina êzidîyan, parastina Şingalê û xweserîya Şingalê û çendîn siloganên din ku PKK ê li ser gelê êzidî di meşandin, hinek komên çekdaran rêxistin, lê ya rast komên çekdaran ne ji bo parastina şengalê û êzidîyan bûn, belku PKK ê civaka êzidî weke çavkaniyeke hêsan ji bo çêkirina şervanan didît, bi gotneke din PKK ê li jêr navê parastina êzidîyan şervan ji bo doza xwe a qirêj perwerde dikirin, wan li jêr navê parastina rumeta êzidîyan keç û ciwan xapandin.

Qadroyekê YBŞ ê ku nexwest navê wî were eşkere kirin, ji nûçegihanê mere got: “bawerîya PKK ê bi êzidîyan tuneye, ew bi çavê sîxur û pere perês li êzidîyan dinêrin, tu Qadroyekê PKK ê ciyê xwe nîşa êzidîyan nade, ji xwe agahîya qadroyên hîzbî û ‘eskerî yên êzidî ên girêday PKK ê ji cih û baregehên PKK ê tuneye, wexta qadroyên berz yên PKK ê bixwazin berpirsên êzidî bibînin, li dervey baregehên xwe dibînin, çavên wan girêdidin û dibine ciyê civînê, asta baweriya PKK ê bi qadroyên êzidî ew qas tuneye ku caran di navbera xwe de bi tirkî dipeyivin ji bo ku qadroyên êzidî fêm nekin kanê nîqaşa wan li ser çi meselekê ye.

Ereb li cem PKK ê pile yek û êzidî pile didu

Ev qadroyê YBŞ ê dibêje: PKK e zêdetir baweryê dide ‘Ereban wan nêzî 2000 şêniyên ‘Ereb kêşî nava rêzên xwe kirine û her kêm 200 jê terorîstên DAIS ê bûn û malên êzidîyan talan kirine û keç û jinên wan revandine.

Nuke PKK e keçên êzidî çekdar dike û mil bi milê van terorîstên ‘Ereb ên ku berê digel rêxistinên DAIS ê û Qa’îde şer kirbûn, bi şev û roj bi hevre di erk da ne.

Ji xwe karê PKK e li Şingal dike, di nerîna êzidîyan dewam kirina fermanê ye

Ji dema ku PKK e ketîye di şengalê de, bê navbir keç û ciwan jê revandine û berê wan dane çiya, ev karê PKK ê hêjan dewam dike û gihaye astekî wiha ku hinekî maye êzidî navê fermana 74an lê bikin.

PKK e li salên dawyê de weke çawa nasnama kurdî bê wate kirîye û nasnama netewî bi paşveruyî dibîne, niha heman siyasetê li ser gelê êzidî dimeşîne, dixwaze nasnameya êzidîyan weke neteweyek resn a kurd winda bike, PKK e li ser êş û azarên êzidîyan berjewendiyên hizbî bi dest dixe û diparêze, fermana 73an ku êzidîyan li ser destê terora DAIS ê jiyan kirin, niha fermana 74an li ser destê PKK ê û aydolojiya wê ya gemar jiyan dikin.

Di beşa sêyemîn da em dê bas li rewşa êzidîyan ji rûyê abûr û jiyanê li gel PKK ê bikin, kanê bi ti awa PKK e bûye sedema paşketina navçeya Şingalê û bûye rêgir li himber vegerîna awareyan û avedan nekirina Şingalê, hemwext guherînên erdnîgarî yên ku PKK ê li navçeyê kirine.

Pustên heman beş