Pisporekî serbazî: PKK li her derî li dijî destkeftên kurdan xebat dike

Pisporekî serbazî: PKK li her derî li dijî destkeftên kurdan xebat dike

Pisporekî serbazî dibêje, PKK bûye sîxur û darê destê dijminan û li her çar beşên Kurdistanê li dijî destkeftên kurd xebat dike.

Pisporê serbazî, Mihemed Hemewendî ji BasNewsê re got, PKK rastî kirîzeka aborî û cografî ya mezin bûye. Ji ber ku beşek mezin ji wan deverên ku li Bakûr û deverên din di bin kontrola wê de bûn, ji dest daye. Niha PKKê pêgeha xwe li Bakûr û Başûr jî ji dest daye.

Mihemed Hemewendî her wiha got, PKK Herêma Kurdistanê wek dijminê xwe dibîne ji ber wê jî dixwaze arîşeyan ji hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê re çêbike. Dixwaze statûya Herêma Kurdistanê lawaz bike û ziyanê bigehîne asayiş, aborî û civaka Herêma Kurdistanê. Armanca wê jî ew e bi alîkariya çend komên din, cihê xwe qahîm bike. Çimkî PKK êdî nikare li Bakûrê Kurdistanê xwe bigire û rastî şikesteka mezin hatiye.

Wî pisporê serbazî di beşeka din ya gotinên xwe de got, eger li dîroka avabûna PKKê binêrin, em dibînin ku ew grûp, ji aliyê çend dewletan ve hatiye çêkirin û ti xêreka wê bo gelê kurd nîne. Hebûna PKKê li Sûriyê herî zêde bo parastina hikûmeta Hafiz Esed bû. Ji ber wê jî PKK darê destê dijminan e û xebata wê bi sûda neyarên kurdan û gelê Kurdistanê ye.

Mihemed Hemewendî da zanîn jî, PKK bûye rêxistineka sîxuriyê û li her çar beşên Kurdistanê li dijî xebat û destkeftên gelê kurd kar dike. Ji ber wê jî PKK hemî gavan, serêşî bûye bo gelê kurd û bûye sebeba alozî û xirabkariyê li Başûrê Kurdistnanê.

Pustên heman beş