Di beyaneke nivîskî de berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê, Mehmûd Mihemed, berisva rayedarên PKK ê da û ragihand, PKK e bi daxuyaniyên rayedarên xwe û karên xwe bûye sedema dirustkirina serêşê ji bo gelê Başûrê Kurdistanê û got: ev cure karên PKK ê tişteke nû nîne, ew bi karên xwe yên ne di cî de û bi guman yên bûye xetere li ser jiyana gelê kurdistanê.
Berdevkê PDK ê her weha ragihand, rayedarên PKK ê di dawî daxuyaniyên xwe de jî bi nefesa gef xwarin û dirustkirina pirsgirêka û alozîya, û şûlî kirina rastiyan daxuyanî daye.
Mehmûd Mihemed ragihand, ev dema çendîn salane PKK e bi wergirtina bacê û dagîrkirina milk û malê gelê kurd, rêgrî li avedankirina sedan gundan û vegerîna şêniyên wan gundan ji bo navçeyên wan girtiye. PKK ê meydana şerê xwe veguhastiye di nava Herêma Başûrê Kurdistanê de û rojane wilatyên herêmê baca madî û menewî ya wan reftarên PKK ê didin. PKK e fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê şehîd dike û hêjan jî li ser wê bawerê ne ku ew gef nînin ji boy herêma kurdistanê!
Berdevkê PDK ê her weha ragihand, PKK e bi eşkere li dijî herêma kurdistanê tev digere û xetere li ser berjewendiyên herêma kurdistanê dirust kirîne. Ew li her cîhekê ku kurdek lê hebe, xwe bi xwedanên malê dizanin û kurdan jî bi mêhvan.
Her weha di berisva daxuyaniyên PKK ê de navbûrî ragihand, me bawerek temam bi çareserkirina aştiyane ya doza gelê kurd û yekîtîya dinavbera aliyan de heye. Daxuyanî û karên we pir zirar ji boy herêma kurdistanê hebûye û ji bo rêgirî kirin li têkçûna zêdetir a rewşa herêmê dixwazîn pirsgirêkên xwe û xelkê din neînin nava herêma kurdistanê de.