Hêzên koalîsyonê yên piştgirî didin hikûmeta rewa ya Yemenê roja çarşemê (28ê Çiryê) ragehand ku wan balafirên bê pîlotên teqîner ku ber bi Erebistana S’ûdî ve diçûn îmha kirin.
Hêzên koalîsyonê tekez kir ku terorîstên Hosî ku hewl didin sivîlan bikin armanc wê werin ceza kirin û ji bo parastina sivîlan tedbîrên pêwîst wê werin girtin.
Hêzên koalîsyonê yên piştgirî didin hikûmeta meşrû ya Yemenê roja sêşemê (27ê Çirî) ragihandin ku wan balafirek bê pîlota ku ji hêla mîlîtanên terorîstên Hosî ve ku ji hêla Îranê ve piştgirî werdigirin û ber bi Erebistana S’ûdî ve hatbû hinartin îmha kirin.
Berdevkê hêzên koalîsyonê di daxuyaniyekê de got ku hêzên hevpeymaniya hevbeş sibeha sêşemê balafirek bê pîlota bi teqemenî barkirî ku ji hêla mîlîtanên terorîstên Hosî ve ber bi navendên sivîl ve li başûrê Erebistana S’ûdî diçû xistiye xwarê.