Li Dêrezorê xaleke serbazî ya HSDê rastî êrîşê hat

Li Dêrezorê xaleke serbazî ya HSDê rastî êrîşê hat

Li dijî xaleke serbazî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro, roja Çarşemê li Rojhilatê Dêrezorê êrişek hate encam dan.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, îro mîneke çandî li navçeya El-Hewayic El-Şihabat, bi xaleke serbazî ya şervanên HSD de teqiyaye.

Li gorî heman çavkaniyan, teqînê ti ziyanên giyanî li şûna xwe nehiştine, û tenê zererên madî hebûne.

Hêzên Sûriya Demokratîk şaneyên raketî yên DAIŞê û yên ser bi hikûmeta Sûriyê ve, bi hewlên têkdana aramiya navçeyê tohmetbar dikin.

Pustên heman beş