Çekdaran jin û mêrek ji Efrînê revandin

Komên çekdarên girêday dewleta Tirkiyê bi ser maleka herêma Efrînê de girtin û jin û mêrek jê revandin, çarenivîsan wan nediyare.

Rêxistina mafên mirovan ya Efrînê îro roja pêncşemî eşkere kir, girûpên çekdaranên opozisyona Sûriyê ên Tirkiyê piştevanîya wan dike, jin û mêrekên Kurd ji bajarokê Mabetayê ê girêday herêma Efrînê li Rojava Kurdistanê revandin.

Dest nîşan kir, girûpa çekdar welatiyê bi navê Îbrahîm Xencer û hevjîna wî Narîn Ala ji roja 24 vê mehê ve revandine û heta niha çarenivîsa wî nediyare.

Wê rêxistinê diyar kir jî, pêştir jî keça wan Mediya Xencer ku di encûmena xwecihîya Mabatayê de bû hatibû revandin.

Tê zanîn li roja 14 vê mehê çekdaran serokê encûmena xwecihîya Mabatayê Ebdulmutelb Şêx Nasan û hejmarek ji karmendên wê encûmenê revandibûn û heta niha çarenivîsa wan nediyare.

Artêşa Tirkiyê û girûpên çekdarên ser bi wê ve ji roja 18î adara 2018an ve herêma dagîr kirine û heta niha bi hezaran Kurdên Efrînê revandine û çarenivîsa beşeke revandîyan nediyare, di piranîya caran de komên çekdaran pereyan ji bo serbest berdana revandîyan ji malbatên wan dixwazin.

Sedemeka din ya revandna welatîyan bi armanca wê yekê ye ku guherînên demografî li navçeyê werin kirin û bajar û bajarokên Rojava ji şêniyên Kurd vala bibin.

Pustên heman beş