Îranê fermandarekê xwe ê mezin ji destda

Qasim Celîlwend

Fermandarekê serbazî ê mezinê Îranê, îro bi vîrosa Kovîd-19ê canê xwe ji dest da paş ku hemû hewlên tîma dixtoran ji bo baş kirina tendrustîya wî rastî şkestinê hatîn.

Ajansa Faris a Îranê belav kir, îro roja pêncşemiyê 29/10/2020an, Qasim Celîlwend fermandarê navçeya Merkezî a sopayê Îranê, bi sedema vîrosa Koronayê canê xwe ji dest da.

Dest nîşan kir, Qasim Celîlwend fermandarê herî beriz ê hêzên bergirîya asmanî a Îranê bû li parêzgehîya Merkezî.

Jidestpêka belavbûna vîrosa Koronayê li Îranê, hejmareke berpirsiyarê rejîma wî wilatî bi wê vîrosê canê xwe ji dest dane.

Pustên heman beş