Polîsên Çînê Wilatîyekê bajarê Çung Çîng bin çav kir, paş ku kujmekî mezin ê pere di pencerê de ji qata 30an de avêtin xwarê.
Wilatîyekê Çînî 29 salî ku bazirganek dewlemend e li bajarê Çung Çîng ê Rojhilata Çînê, paş ku hemû pereyên xwe ji qata 30an di pencerê re avêtîne xwar, polîsan bi ser mala wî de girt û ew binçav kir.
Polîsan li vê derbarê de eşkere kir, ev kese 29 salî ye û wî maddeyê hişber xwarbû û hişê wî nemabû, wî pereyên xwe hemû di qata 30an de avêtne û ev bû sedem ku qerebalixeka mezin li ser caddeyê dirust bibe û bû sedema dirust bûna tirafîka tirombêlan.
Hemwext dest nîşan kir, niha ev kes bi sûça xwarna maddeyên hişber hatîye desteser kirin û wê ji bo çaksaziyê û wergirtina çareseriyê were veguhastin.