PKKê îsbat kir ku ew pitrî dagîrkaran li dijî Kurdistanê ye

Partîya Karkerên Kurdistanê ku ji destpêka ava bûna xwe her tişt ji bo dijatiya başûrê wilat dike û li ser vê siyaseta xwe heya îro berdewame, dawî pêngava wêranker a vê rêxistinê berîya du rojan hat encam dayîn dema ku boriya petrolê teqandî, ev yek jî dibe armanc kirina raste rast a abûra gel, bi vê kiryara terorîstî, PKKê îsbat kir ku ew tu xêrekê ji bo gelê Başûr naxwaze, belku dixwaze siyaseta birsîkirina gel ya ku hikûmetên rabûrî yên Îraqê dest pê kirî, bidomîne.
Boriya veguhastna petrola kurdistanê ku berîya çendîn salan hikûmeta başûr ji bo şandina petrolê ji bo bendera Ceyhan û ji wê derê bi bo derya spî û bazarê cîhanê ava krî, weke şah demara abûrîya herêma başûr tê hesab kirin, bi rêya şandina petrolê, hikûmeta başûr karî di rewşên tengav de derbas bibe, bi teybet dema ku hikûmetên Îraqê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê qut kirî.
PKKe êdî bi terzê “DAIS ê û Qa’îde” tev digere
Partîya Karkerên Kurdistanê berîya du rojan bi rêya kiryareka terorîstî ya mîna rêxistinên DAIŞ û Qa’îde, boriya Petrola Kurdistanê bi teqînekê hedef kir û ev yek bû sedema rawestandina şandina petrola Kurdistanê.
Hikûmeta başûr di beyanekê de, ev kiryare bi terorîstî bi nav kir û go ku em van kiryaran bi tu awayî qebûl nakin û rê nadin tu alî destan dirêj ji bo qûtê gelê başûr dirêj bikin, hikûmetê eşkere kir ewê lêkolînê li ser vê bûyerê dest pê bikin.
PKKê bi awayekî bêşermane ragihand ku wan ev boriya petrolê teqandiye û şandina petrolê ji bo dewleta Tirkiyê weke cînayetek dîtîye û bi wê behaneyê ev kiryara bi terzê terorîstan encam daye.
PKKe her dema rastî şikestinekê tê, penayê ji bo destketiyên aliyên din dibe, weke çawa ji sala 2017ê ketîye nava pîlanan de ji bo dijatîkirina Hikûmeta Başûr, niha ev pîlanên wê pêtir eşkere bûne, wexta ku Cemîl Bayîk û Murad Karaylan bi eşkere gotin ku ew wê her tiştî bikin armanc, ya rast ev karê PKKê ne tenê firoştina şere bi hikûmeta başûr, belku hewleka eşkere ye ji bo têkdana ezmûna başûr.
Xwe dewletên dagîrkar şerim dikin karê ew qas qirêj yên weke karên PKKê li dijî Kurdistanê encam bidin
PKKê li gor kîjan têgehê û li jêr çi hincetekê boriya Petrola Kurdistanê teqandibe, diçe di xaneya karên qirêj, gemar û terorîstî de, bi gotineka din, niha pêwîste dagîrkarên Kurdistanê medalîya bê şerefiyê ji bo vê destketiyê bide her yek ji Cemîl Bayîk û Murad Karaylan, PKKe dibêje ku wê ev boriye teqandîye jiberku petrolê dişîne Tirkiyê, lê ya rast ev boriye çavkaniya sereke a dabînkirina qûtê gelê nedarê kurdistanê ye.
Heger PKKe şandina petrolê ji bo Tirkiyê bi cînayet hesab bike, pirs li vir eve:
Gelo PKKê û grûpa Enqerê, yekem gotinên serokê xwe ê bi nav “Apo” ji bîr kirine dema ku Tirkiyê desteser kirî?, emê bîra hewe lê bînin, ma qey Apo hêjan di balefrê de û bera ku tu zextek lê were kirin, negot: “bihêlin ez xizmeta dewleta Tirkiyê bikim”.
Ma qey rêveberiya Qendîlê yekem gotina Apo di dadgehê de jibîr kir?, ma Apê wan negotibû: “dayka min jî Tirke, ez ji bo xizmeta dewletê amademe”.
Ma qey Ocalan daxwaza lêborînê ji dayikên kuştiyên ‘eskerên Tirk li dadgehê nekir?, ma ev ne bê rêzî bû bi xwîna hezaran ciwanên kurd yên bera girtina “kurrê wê dayika Tirk” digel PKKê canê xwe fedayê ‘eşqa Kurdistanê kirîn?.
Heger PKKe bibêje, me boriya Kurdistanê hedef kir ji bo ku zirar bigehe Tirkiyê, ji xwe Tirkiyê gelek boriyên din ên şandina petrolê hene û di xaka Bakur re derbas dibin, çima PKKê êrîşî wan nekir?
Herweha PKKe ger bixwaze zirarê bigihîne abûrîya Tirkiyê, çima êrîşî bajar û ciyên geştuguzarê ên Tirkiyê nake?, ma qey wê ji bîr kir di şerê xendekan de li sala 2015an çi gotbû, ma negotibû: “emê şerî veguhêzin bajarên Tirkiyê”.
Lê belê PKKê bi zanebûn ev kiryara xwe ya terorîstî encam da, çunke wê baş dizanî boriya petrola kurdistanê bi wataya hêza abûriya Başûrê Kurdistanê tê, PKKê bi vê kiryara terorîstî xizmeteke mezin ji bo dewletên dagîrkar kir, ji ber ku xwe dewletên dagîrkar şerim ji xwe dikirin ku kareke ew qas qirêj encam bidin.
PKKe baş fêm dike ku barzanî “birakujî” heram kirîye, heger ne Bayîk û Karaylan wêrekîya wan zimandirêjîyan nîne
PKKe ku her tiştî tenê ji bo berjewendîya rêxistna xwe dike, li van rojên dawiyê bi çendîn karên provokasyon dixwaze şerê birakujî li başûr Kurdistanê bide dest pê kirin, şehîd kirina Xazî Alîxan, derketinên provokasyon yên Cemîl Bayîk û ziman dirêjiyên rojane yên Murad Karaylan di medyayê da belgeyên haşa hel negirin ji bo xwasteka PKKê ya destpêkirina vî şerî, PKKe dixwaze rewşek weha çêbike ku xeterek li ser başûr heye, lê belê ev xeter her li saya serê wê çêbûye.
PKKe baş dizane, “Mes’ûd Barzanî” şerê birakujiyê heram kirîye, heger ne wê ew qas wêrekî nîne ku gefan li Başûrê Kurdistanê bixwe, karên wê yên trisinok belgene ji bo vê axaftina me, eger ne PKKe dizane ger şerî destpêkir, pêşmerge wê çi fermanekê bi serê wê û çekdarên wê bîne.
Êrîş kirina ser boriya petrola Kurdistanê xewnek bû dewletên dagîrkar bi teybet Îraqê dixwest pêk bîne, lê belê PKKê ev xewna wan bi cî anî, lewma êdî her kesekî başûr eger dostê PKKê be, ew dê weke dujminê hemû kurdên vê perçeya kurdistanê û ezmûna wê were mêze kirin.