Balefiran 8 çekdarên PKK ê li Başûr kuştin

Balefiran 8 çekdarên PKK ê li Başûr kuştin

Balefirên dewleta Tirkiyê di hejmareke êrîşên hewayî de ku ji duh roja înî li Başûrê Kurdistanê encam dane, 8 çekdarên PKK ê hedef kirin, PKK e weke her car tu agahî nedane.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, êvara duh roja înî balefirên dewleta Tirkiyê gundekê navçeya Şêladizê hedef kir ku hereketa çekdarên PKK ê lê bû, lê belê li wê demê zirarên canî nehatibûn bi dest xistin.

Îro roja şemî 31/10/2020an, eşkere bû ku di wê êrîşê da, hemwext di êrîşeke din ku li çiyayê Gare hatîye encam dan, 8 çekdarên PKK ê ketine ber mûşekan her hemûyan canê xwe ji dest daye.

HPG ê balê leşkirî yê PKK ê, ti agahî li derbara wan êrîşan û kuştina çekdarên xwe nedane.

Pustên heman beş