Hevpeyvîna rêveberê PKK ê Murat Karayılan, ku di 26 ê Çirî de li Stêrk TV hate weşandin, pêdivî ye ku pir alive were nirxandin. Bi rastî, maskeya mirovê maqûl Murat Karayılan bi taybetî jî raya giştî û rêveberên başûrê Kurdistanê bi salane dilîst bi vê hevpeyvîna xwe ya 26 ê Çirî re ew maske ketîye.
Bi gelemperî, Murat Karayılan ji diyalog, tifaq û têkiliyên bi Kurdistanê û derdorên sîyasî yên kurd re ji Qadroyên din ên rêveberên PKKê nermtir dihête nas kirin. Ji ber vê sedemê, ew wekî mirovê maqûl ê PKK ê, di nav kurdên başûrê Kurdistanê de tê dîtin, û di nav PKK ê ew dihate tercîh kirin. Bi taybetî Murat Karayılan goreyî endamên PKK yên grûpa Enqere yê cudatir nasnama wî ya Kurdî derdikeve pêş. Ji ber ku grûpa Enqere ji nirxên çanda kurdî û civaka kurd dûrin û wilatparêzî di wande lewaze. Wekî din, di navbera Karayilan û endamên din ên koma Enqereyê de di prensîbê de cûdahiyek micid tuneye.
Her çend Karayilan di hevpeyvîna xwe de hewl da ku rola zilamê maqûl ê ku pêşî li bûyeran digire û pêşî li pevçûnan digire, bilîze; lê vê carê wî nekaribû encama ku dixwest bigire. Ji ber ku pirsgirêka Kurdistanê pirsek hestiyare, bi hîlebazî, nezanî û hewildana xwe xişîm danînê nahêm meşandin. Axaftina Karayılan lîstina bi agir e.
Murat Karayılan di axaftina xwe de banga yekîtî û aştiyê nekirîye Karayilan gefên şer xwarî ne
Karayılan fermandarekî di şer de wenda kirîye. Heke em dema rabûrî ne hejmêrîn ji 2013 an ve, Murat Karayılan ev7 salin rasterast berpirsyarê baskê çekdar ê PKKê, ango yê HPG ê bû. Hemî bûyerên wekî têkbirina şerê xendek a li Bakur. Li çiyayên Bakûr gerîla hema hema hate paqijkirin. Ev bûyere hemî di serdema Murat Karayilan ku fermandarê HPG bû, qewimîn. Loma Karayilan dixwaze Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêza pêşmerge weke ku pêşî li gerîla digirin bide nîşandan. Lê belê, sedema binketina gerîla pir stratejîktir e. Em vê mijarê li vir nahelgirîn dest. Lê sedema ku axaftinên Karayilan, mîna lîstina bi êgir, gefanperîn, bi şerê navxweyî tehdît kirina başûr, em baş dizanîn ku binketina Karayilan ve girêdayî ye.
Murat Karayılan di axaftina xwe de banga yekîtî û aştiyê nekirîye Karayilan gefên şer xwarî ne. Dema ku Karayilan Dibêje: “Ez naxwazin fermana kuştina Kurdan bidim fedaîyên me” di rastî de dixwaze vê bêje: “ger em bikevîn nava tengasî de dê fermana çalekiyên Întiharî bidem fedaîyên xwe.” Karayilan bi vê daxuyaniya gefkar, dixaze binketina xwe ya hemberî Tirkan, biveşêre.
Gare li ku ye?
Karayılan dibêje li Gare, wî nehişt ku hêzên gerîla êrîşî Hêzên Pêşmerge bikin. Lê belê, ya rast ev e ku di HPG ê de kesek bêy emrê bingeha xwe nikare guleyek jî bavêje. Hêza ku li hember Pêşmerge gulle teqandî rasterast bi agahdariya Murat Karayılan ev êrîş pêk anî ye. Beriya her tiştî, divê Karayilan zanîba ku wî çi talîmat daye û vê bigire ser xwe. Divê Karayilan bi mêrxasî bibêje ew fermana teqe li pêşmergeyên kirinê min daye.
Li gorî Karayilan, Pêşmerge dikevin herêmên gerîla. Gotineke Kurda heye dibêje “malê ji malxwê malê heram” Mesela PKK ê jî wiheye. Çihê ew dibêjin Devera gerîla behsa Dînartê diken. Gare herêmek bi sed kîlometreyan dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê ye. Li gorî datayên fermî, li herêma Gare 75 gund hene. PKK jiber xwe ve, hin ji van gundan wekî deverên gerîla qebûl kir û ketina û derketina waran qedexe kir. Hin gundên ku ew bi xwe bicîh bûne, dibin hedefa balafirên şer. Ji ber vê yekê, ji 75 gund a 46 gund hatine vala kirin. Gundên mayî jî hêdî, hêdî têne vala kirin. Bi gotinek din, cihên PKK ê dest danîye ser jîyan û zindî bun namîne şûna wê mirin û wêranî bi xwe re tine. Naha PKK dixwaze eynî tiştî li Dînartê jî bike.
Herêma Dînartê ev 150 sale leşkerên Tirk nedîtî ye.
Dînartê, rûyê çîyayê Gare yê biser bi xeta rêya Hewler, Akrê, Duhok ê ve dikeve. Anku ew herêma gerîla yak u Karayilan behs dike yêk qereqolê tirkan tê de nîne. Herêma Dînartê ev 150 sale leşkerên Tirk nedîtî ye. Hêza gerîla ya li Dînartê çîh bûyî, ew hêza ku dixwaze li dijî Akrê û Hewler şer bide meşandin e. Ji derveyî vê çi armancên xwe nîne. Dînartê herêmek e ku çiyayên herêma Behdînan nerm dibin û dadikevin deştê. Wateya Dînartê xeta rê Hewler, Duhok, Akrê ye. Gerîlayên ku hatiye Dînartê dixwaze biçe Hewlêrê. Ger hûn dixwazin şerê dewleta Tirk bikin gerîla ne rêkin Dînartê rêkin Çelê, Qûleban, Gever û Şemzînan. PKK ê hemû sînor berdaye. Ber bi kûrahîya başûr ve diçe. Ji çîya xwe berdidin nava bajar û deşta. ew cihê ku HPG dibêje emê biparêzîn gorî pîvana hewayî 30-40 km ye. Ev erdnîgariya sînorê bakûr ji artêşa Tirkiyê re hiştine ger hûn yên berxwedanê û şer in herin wan deverên we çolkirî şerê xwe bidomînin. Mînak geliyê Pizaxa, Merge Şîşê, Xakûrk, Xinêre, Nêrwe-Rêkan, Govedê, Evdalkovî û hwd. Em qebûl nakin ku her care hûn cihên xwe jib o dagirkera berdin û birevin kûrhîyên başûr. Heya kur hûnê birevin û artêşa dagirkeran jî pey xwe bibin? Gerîla tu carî nikare sabit buhistek axa kurdistanê rizgar bike û biparêze. Ger mirov dîroka wan ya 42 salî binêre dê vê rastîyê bibî ne. Karayilan navê revê û bazdanê kirîye gerîla yê xeyalî. Bi peyvan çi welat rizgar ne bûne û rizgar jî nabin.
Ger wiha bidome, dê hêzên gerîlayên PKK ê werin navenda Hewlêrê û li ber mezintirîn firoşgeha bajêr, Family Mall, kozikan bikolin û bêjin ku ev devera gerîla ye pêşmerge û gel nikarin bikevinê. Dê hêzên gerîla werin parka Azadî ya li Duhokê û bêjin ev der warê me ye.
Karayilan, wekî kesekî ku bi salan şer bi rêve dibir, ne hewce ye ku plan bike ku li Hewlêr kozikan bikole; bila Karayilan behsa wan 40 km erdnîgariya li destê wan de (Herêmên Parastina Medya) çawa teslîmî artêşa Tirkan kirin, behs bike. Bila pilanên rizgarkirina Şekîf, Lêlkan, Xantûr, Xeregol, Evdalkovî, Tepê Xwedê û hwd bike.
Pêşmerge hêza dîrokî, rewa û qanûnî ya başûrê Kurdistanê ye. Ew dikare biçe her buhistek axa başûr. Devera Dînartê, ku PKK jê re dibêje qada gerîla, xwedîyê bi sedan şehîd e û hîn jî bi sedan pêşmerge hene. Dema ku DAIŞê di 2014 de êrîşên xwe li ser herêma kurdistanê zêde kir, hêza pêşmergê li herêmê ber bi herêmên weke Şingal û Zumar ve hate rê kirin. Piştî lawazbûna DAIŞê di 2016an de, hêza pêşmerge dîsa vegerîya sengerên xwe yên berê. Lê vê carê, ji ber îxaneta Kerkûk û metirsiya hêzên Heşda Şebî, hêzên pêşmerge li deverên navber hatin bicîh kirin. Bi gotinek din, sînorê başûr li dijî Heşda Şebî di parastin, û vê carê PKK sînorê Bakur dagîr kir. PKK ê ev rewşe weke firset dîtîye û stato ya başûr binpê kiriye. Bila Karayilan vê baş bizane, Dînartê ne bi ser Çelê, Geverê û Şirnexê ve ye. Dînartê liser Akrê ve ye û bi çi rengî we heq liser van deveran nîne û nabe.
Karayilan bi peyvên maqûl nikare van gotinên xwe bipeçivîne. Pirsgirêka Kurdistanê pisgirêkek ke ji agire. Kes bi çi awayî ji we qebûl nake ku hûn Kurdistana mezin qurbanî berjewendiyên partîya xwe biken.