Ger di niha de li sosyal medyaya başûrê kurdistanê bi taybetî rûpelên Facebookê û twitterê binêrîn, wê bi eşkere bibînîn mijara herî germ, gefixwarinên rêveberên PKK ê li dijî Başûrê Kurdistanê û radestkirina Heftenînê û navçeyên sînorî bi Tirkiyê û teqandina boriya nefta Herêma Başûrê Kurdistanê ye bi destê PKK ê.
Ciwanên başûr tevî hebûna pirsgirêkên abûrî ji ber qutkirina budce û mûçeyê wan ji aliyê hikûmeta navendî ya Îraqê ve, niha xemek din jî li ser xemên wan zêde bûye, ew jî xema gef xwarin û bêrîziyên vê dawyê yên rêveberên PKK ê ye ku berdewam dehola şerê digel başûr lê didin û bas li şerekî din dikin.
Di niha de mirov dikare bibêje hemû Başûrî gihiştîne wê bawerê ku PKK e ne şerê berjewendiyên gelê kurd belku şerê berjewendiyên xwe yên hîzbî dike û li cihê ku bibe sedemek ji bo bihêzkirina pêgeha Başûrê Kurdistanê, bibe sedemek ji bo kêm kirina xemên gel li başûr, berevajî bûye bargiranî û xemek din li ser hemû xem û bargiraniyên gelê başûr.
Weha diyar dibe êdî rûyê rastê PKK ê ku bi maskeya netewî û kezîyên keçên Kurda û awazên xweş ku li hefka keç û kurrên Kurd derdikevin ji bo gelê başûr eşkere bûye û çi dî gel bi wan maskeyan nayê xapandin. Her ji ber vê yekê di niha de piraniya ciwanan li dijî PKK ê dinivîsin û tev digerin, kesên ku pêş niha hinekê kêf bi PKK ê jî dihat niha li dijî wan tev digerin û li dijî wan dinvîsînin, jiberku êdî rûyê PKK ê yê bê maske ji her alî û kesekî re eşkere û zelal bûye.
Êdî wisa xweya ye li vir pêde PKK e nikare bi sitrana û kezîyên keçe gerîlayan û slogan û meşên bê raman bi hestên gelê kurd bi giştî û ciwanan bi taybetî bilîze.